Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî li Çemçemalê hatin bîranîn
Jin ên Ciwan ên Têkoşer du jinên Kurd ên şoreşger Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi civînekê bi bîr anîn.
Jin ên Ciwan ên Têkoşer du jinên Kurd ên şoreşger Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi civînekê bi bîr anîn.
Şoreşgerên Kurd Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyeyê hatin bîranîn.
Bîranîn ji aliyê Jin ên Ciwan ên Têkoşer ve hate lidarxistin û li Mala Çandê ya Çemçemalê pêk hat.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna şoreşgerên jin sînevîzyonek hate nîşandan.
Bi navê Jin ên Ciwan Avan Mihemed li civînê axivî û qala têkoşîna Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî kir.
Avan destnîşan kir ku bi saya têkoşîna van şoreşgeran li Kurdistanê cih li dagirkeran teng bûye.
Di dawiya civînê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.