Leyla Guven serdana gora Gezen kir

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, serdana gora Zulkuf Gezen kir ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullhah Ocalan çalakiya fedayî li dar xistibû û şehîd bûbû.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, serdana gora Zulkuf Gezen kir ê ku di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kiribû û şehîd bûbû. Guven destpêkê serdana malbata Gezen kir û piştre serdana gora Gezen kir.

Dema Guven û Havva Gezen hevdîtin kirin demek hestiyar derket holê. Guven, di ziyaretê de anî ziman ku Gezen ji bo tecrîd bê şikandin pêşengî kir û wiha got: "Dibe ku min ev pêngav da destpêkirin, lê Zulkuf û hevalên xwe pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Peyamek xurt da. Peyama ‘Em li rêberê xwe û gelê xwe xwedî derdikevin’ dan dewletê. Dîsa bang li gelê Kurd kir ku rabin ser piyan. Peyam da gelê Kurd.”

‘GELÊ KURD BI ZULKUF SERBILIND E’

Guven, anî ziman ku wan soz daye Gezen û hevrêyên wî yên li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û wiha got: "Ji bo azadiya gelê Kurd em ê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Em derketin rêyek pir zor û zahmet. Me got an em ê vê tecrîdê bişkînin an jî em vê jiyanê qebûl nakin. Gelê Kurd bi Zulkuf  serbilind û bi rûmet in."

Guven û heyeta li gel wê piştî malbata Zulkuf Gezen ziyaret kir, derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gora Zulkuf a li Yenikoya Rezan ziyaret kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî li gel Guven çûn gor ziyaret kirin. Guven, li ser gorê jî got: "Dengê birêz Ocalan hat bihîstin. Li hemû cîhanê belav bû. Min soz dabû dayika Havva. Min mizgîn anî ji te re. Aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Ocalan  pêkan e. Ji ber ku te ev hêza Ocalan zanîbû te ev çalakî li dar xist. Bila cih û warê te bihişt be. Bila dilê de şad be."