Leyla Guven hate berdan

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven ku 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, hate berdan.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Rûniştina 5'an a doza ku bi îdîaya "Avakirin û birêvebirina rêxistina çekdar", "Propaganda rêxistinê" û "Rabûna li ber qanûna bi hejmara 2911'an" lê hate vekirin, li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Tevî Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, parêzer û temaşevan jî tevlî rûniştinê nebûn.

Dozgerê Tirk, rewşa heyî ya delîlan kir hincet û xwest, Guven girtî bimîne.

Heyeta dadgehê jî ragihand ku delîlên di dosyayê de hatine komkirin û bi biryara 'qedexeya derketina derveyî welat' biryara berdana Guven da.