Leyla Guven: Em ê xwe bigihînin hemû jinan

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven destnîşan kir, ku wê ji febrîqeyan heta ser erdan li nava jinan bigerin û jinan bigihînin qadên jiyanê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) roja Şemiyê li Amedê bi şiyara "Ji bo Kurdistana azadi roj roja yekîtiyê ye" 8. Kongreya Asayî li dar xist.

Leyla Guven ku ji bo hevserokatiya KCD'ê hate hilbijartin, bi bîr xist, ku jin li dijî zîhniyeta mêr û dewletê bi xurtî têdikoşin û destnîşan kir, KCD kongreya gelan e.

Guven anî ziman, birrîna dengê jinan ne pêkan e û ragihand, ku bi 15'ê Tîrmehê re bi rêya biryarnameyan sazî û rêxistinên jinan hatin girtin. Guven da zanîn, ku di nava saziyên hatin girtin de KJA jî hebû, lê tevî êrîşan jinan bi navê TJA'yê berxwedana xwe dewam kir.

Guven axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê ne pêkane ku dengê jinan bê birrîn. Ji ber jin êdî xwe û civakê nas dike. Jin li dijî van êrîşan dengê xwe bilind dikin û kampanya û mîtîgan pêk tînin. Li dijî kuştina jinan têdikoşin. KCD'ê bi kotaya zayendê di qada mafê jinan de kar kir. Hem nîvê delegeyan hem nîvê dîwana hevserokatiyê jin in. Di heman demê de bi pergala hevserokatiyê kongreya karê xwe dike. Em ê rola xwe bilîzin. Em ê di kampanyayên TJA’yê dane destpêkirin de rola xwe bilîzin. Em ê hewl bidin hemû jinan bigihînin qada jiyanê. Ji febrîkayan heta ser erdan em ê li nava jinan bigerin. Em ê bi ruhekî kolektîf kar bikin."

Guven bal kişand ser daxwaza jinan a aştî û jiyanek bi rûmet û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê dayikên aştiyê bi salane têdikoşin. Jinên Kurd bi salan e li  ber girtîgehan dipên. Ji ber zarokên wan li dijî vê zilmê serî hildan û rastî êrîşan hatin. Hatin girtin. Em ê têkoşîna hevalên xwe dewam bikin."