Leşkerên Tirk vê carê jî 'komkujiya pez' kirin
Leşkerên Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê 20 mihî telef kirin.
Leşkerên Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê 20 mihî telef kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 20 mihiyên ku wesayita zirxî ya leşkerên Tirk li wan qelibîn telef bûn. Gundiyên ku bi şer pezê xwe ji bo çêrandinê birin zozanê Civyanê, li nêzî gundê Civyanê wesayiteke zirxî li wan qelibî. 20 mihiyên Selîm Altan telef bûn.
Konvoya leşkerên Tirk mîna ku tiştek nebûye dewam kir. Gundiyan mihiyên xwe yên telef bûn ji ser rê rakirin.