Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd careke din serlêdan hate kirin
Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgerî û Midûriyeta Girtîgehê dan.
Ev 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.