Rojnamevan Serhildan Andan hate binçavkirin
Li Amedê Rojnamevan Serhildan Andan ê endamê Desteya Rêveber a Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê (DGF) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amedê Rojnamevan Serhildan Andan ê endamê Desteya Rêveber a Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê (DGF) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polîsên Tirk li Amedê danê siharê li dijî gelek malan operasyon pêk anîne.
Li gorî agahiyên ewil di serdegirtinan de Rojnamevan Serhildan Andan ê endamê Desteya Rêveber a Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê, Baran Baymiş û Mûrat Kayaş hatine binçavkirin. Hate ragihandin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.