BI DÎMEN

Li Barcelona û Granadayê çalakiyên 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li bajarên Barcelona û Granadayê semîner û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve beriya salekê hate destpêkirin, li Barcelonayê Komîteya Komîteya Jineolojiyê û 'Parastina Kurdistanê' ku enternasyonalîst jî di nav de ne, çalakî lidar xistin.

Li qada Angel Pestana Nou Barrisê performanseke hunerî hate nîşandan û bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalna re' wêne hatin amadekirin.

Piştî vê performansê Komîteya 'Parastina Kurdistanê' bi beşdariya gelek kesan daxuyaniyek li ser pêngavê da. Di daxuyaniyê de tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û polîtîkayên dewleta Tirk weke 'faşîzmê' hate pênasekirin. Her wiha hate destnîşankirin ku pêngav wê teqez bi ser bikeve.

Bi beşdariya gelek kesan semînerek li ser mijara 'Azadiya Jinê û Xweparastinê' hate lidarxistin.

Li bajarê Granada yê li herêma Andalucia ya Spanyayê jî oma piştevaniya Kurdistanê û koma La Tasquiva çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Di semînerê de mijarên paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk', 'Neteweya demokratîk', 'Ekolojî' û 'Modernîteya demokratîk' hatin nirxandin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ji bo pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê dewam bike.