‘Leşkerên Tirk qereqol hiştin û reviyan’

HPG’ê diyar kir, di dema çalakiya gerîlayan de ya li dijî qereqola Rûbarokê ya Şemzînanê, leşkerên Tirk qereqolê hiştine û reviyane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û operasyon û çalakiyên li Colemêrg, Çewlik, Erzîngan û Gurgumê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di heman demê de nasnameya sê gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kir.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:

LI RÛBAROKÊ LEŞKERAN QEREQOL HIŞTIN Û REVIYAN

“Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyên berfireh li dar xistine.

Di 10’ê Îlonê de saet di 14.40’an de hêzên me qereqola Rûbarokê kirine hedef. Hêzên me bi 24 roketan li kozik û avahiyên qereqolê dane. Piştî vê çalakiyê agir bi qereqolê ketiye, şewat 2 saetan dom kiriye û piştre jî avahî ji binî ve îmha bûye. Gelek leşker di dema çalakiyê de tevî wesayîtên li qereqolê ji qereqolê reviyane.

Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada Govendê dane.

Di heman rojê de saet di 15.00’an de hêzên me leşkerên dijmin ên li herêma Sîvrî Tepeyê ya Şemzînanê kirine hedef. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada Tepê Sor dane.

4 KOZIK HATIN ÎMHAKIRIN

Bi çalakiyê re di heman wextê de hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Zeytê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 4 kozik îmha bûne û hin wesayîtên leşkerî jî derb xwarine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI ÇEWLIKÊ ÇALAKÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me li qada Şehîd Xebat a Azaxpêrta Çewligê li dijî yekîneyeke operasyonê ya dijmin çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ev yekîne xistine bin kontrola xwe û di 7’ê Îlonê saet di 13.00’an de ji nêz ve li dijmin dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin li vir hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê dijmin gulle li derdorê reşandine û agir bi qadê ketiye.

LI ŞEMZÎNANÊ ŞER

Di 25’ê Gulanê de saet di 07.002an de li qada Gostê ya Şemzînanê gerîlayên me rastî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de leşkerek miriye û leşkerek jî birîndar bûye.

Di vî şerî de hevalê me Agît birîndar bûye û dema ku leşkerên dijmin bi ser wî ve hatine wî li vê derê 4 leşkerên dijmin jî kuştiye. Rêhevalê me Agît bi qehremanî li ber xwe daye û ji ber giraniya birîna xwe gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Agît Pîr
Nav û Paşnav: Zana Ahmet
Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî
Navê Dayik - Bav: Fehîma - Ahmad
Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Colemêrg

Di 26’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Geliyê Şehîd Demhat a Erzînganê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 27’ê Tebaxê de bi helîkopteran li qadê dane û ji helîkopteran leşker bera nav gelî dane.

Di vê operasyonê de di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Ji ber bomberdûman û şer hevalê me Ozgur gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Ozgur Pîr
Nav û Paşnav: Vedat Sumer
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Şemsê - Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2017 / Erzingan

LI GURGUMÊ ŞER

Di 29’ê Tebaxê de li qada Alçîçek a Nûrhaqê ya Gurgumê yekîneyeke me ya gerîlayan rastî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Di vî şerî de hevalê me Artêş li hemberî dijmin bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Arteş Çiya
Nav û Paşnav: Ogûz Aksû
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Hamîde - Şukru
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2017 / Mereş