Leşkerên Tirk li Silopî û Qoserê agir bi daristanê xist

Li Çiyayê Cûdî û Xursê agir bi daristanan ket. Gel hewl dide şewatê bitefîne. Gundiyan diyar kirin ku leşkeran agir bi daristanan xistiye.

Li bejahiya Bêspina Silopiya Şirnexê, li herêma Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket. Şewata li qada Fêrga kêlî bi kêlî zêde dibe û gelek dar û ber bûn xwelî. Gel bi derfetên xwe hewl dide şewatê bitefîne. Ji bo tefandina şewatê îtfaîyeya şaredariya Silopiyê ya HDP’ê berê xwe da herêmê.

LI XURSÊ BI SEDAN DONIM BÛ XWELÎ

Li Xursa Qosera Mêrdînê li qada Çiyayê Mazî agir bi zeviyan ket. Qada di navbera Îzer û Dokanê ji ber şewatê bû xwelî. Gundiyan bi derfetên xwe hewl dan şewatê bitefînin.

Gundiyan diyar kirin ku leşkerên ku duh çûne operasyonê vê sibehê saet di 04.30’an de agir bi herêmê xistine.