Leşkerên Tirk li Panosê avêtin ser gundan: 9 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Panos a Agiriyê leşkerên Tirk bi ser gundan de girtin û 9 kes destgîrkirin.

Li navçeya Panosê ya Agiriyê cendirmeyan bi ser gundên Gamêşvan, Siltanmût û Nenecanî de girtin û avêtin ser malan. Di serdegirina malan de 9 welatî destgîrkirin.

Hinceta destgîrkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Panosê.

Ji kesên hatine destgîrkirin navên 3 kesan wiha ye: Adem Riza Yildiz, Ramazan Dînç û Dursun Aktepe.