Leşkerên Tirk li Geverê gundiyek qetil kir!

Leşkerên Tirk li bajarokê Bajêrgeh a girêdayî navçeya Geverê Alî Dereliyê 63 salî û hespê wî qetil kirin.

Li gundê Awyan a bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê, leşkerên Tirk duh bi şev di saet 18:30’an de, li ser sînor gule li Alî Derelî yê 63 salî barandin û kuştin. Hate diyarkirin ku Derelî di encama gulebarandina leşkerên 500 metre dûrî mala wî derketibûn operasyonê de, miriye. Gundiyên ku xwestin biçin cenazayê Derelî bigirin, hatin astengkirin. Ji ber vê yekê cenazeyê Derelî ku 6 saetan li erdê dimîne, piştre radikin nexweşxaneyê. Hate destnîşankirin ku Derelî ji ber guleya ji pişta xwe xwarî, xwînîbûna hûndir derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

‘CENAZE 6 SAETAN LI ERDÊ MA, GAZA ÎSOTÊ AVÊTIN’

Xizmên Derelî wiha agahî dan: “Cenaze 6 saetan li erdê ma. Ji ber vê yekê rageşî çêbû. Gaza îsotê avêtin me.”

Cenazeyê Derelî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê piştî kar û barên otopsiyê li gund veşartin.

Hate zanîn ku birayê Derelî, Abdulhalît Derelî yê 19 salî jî di sala 1983’an de ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.