Leşkerên Tirk li Erzîromê avêtin ser taxekê

Li navçeya Qereyaziyê ya Erzîromê, leşkerên Tirk avêtin ser mal û axurên li taxekê.

Zext û zordariya leşkerên Tirk a li Bakurê Kurdistanê dewam dike.

Li navçeya Qereyaziyê ya Erzîromê, leşkerên Tirk serê sibehê avêtin ser taxa Elûcarê. Leşkeran avêtin ser gelek malan û li mal, axur û derdora wan lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna ku bi saetan dewam kir, leşker ji gund derketin.