Leşkerên Tirk li Elkê 8 kes destgîr kirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de leşkeran girtin ser 3 gundên Elkê û 8 kes destgîr kirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de leşkeran girtin ser 3 gundên Elkê û 8 kes destgîr kirin.
Leşkerên Tirk di destê sibehê de girtin ser gundê Çeman, Berman û Bîşî yên Elkêya Şirnexê û 8 kes destgîr kirin.
Kesên hatine destgîrkirin birin Qereqola Jendirmeyan a Elkê.
Kesên ku navê wan hatine tespîtkirin ev in: Kemal Adiyaman, Fevzî Temel, Emîn Berk, Mudur Ecer, Îdrîs Ûca û Îbrahîm Kiliç.