Leşkerên Tirk li Bradostê êrîşî gundiyan kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê gule li gundiyan barand. Di êrîşa leşkerên Tirk de zirareke mezin gihişt wesayît û alavên gundiyan.

Di êrîşa leşkerên dewleta Tirk de zirareke mezin gihişte wesayîta welatiyê gundê sînorê Deştehêrte Cêgir Selîm.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, jiyana gundiyên li gundewarên herêma Bradostê ne xweş bûye û gundî nikarin karê xwe yê rojane bikin.

Çiyadêl dikeve nêzîkî gundê Lêlîkan ê ku dewleta Tirk a dagirker leşkerên xwe li ser çiyê bi cih kirine. Ev çend car in leşkerên dewleta Tirk guleyan bi ser gel de dibarîne û tirs xistiye nava gundiyan.

Leşkerên dewleta Tirk ji meha Nîsana 2018’an ve xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û bê navber navçeyên li ser sînorê herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran dike.