Leşkerên Tirk li Amedê nehiştin gel biçe serdana goristanê bike

Li Amedê serdanên goristanên Sîsê, Çemê Elîkan û Pîrîjmanê yên bi minasebeta cejnê yên bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat xwestin pêk bînin ji aliyê leşkerên Tirk ve hat astengkirin.

Bi munasebeta Cejna Qurbanê îro li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe Li Dergûşa Şaristaniyan Wenda Kirine (MEBYA-DER) serdana goristanan hate kirin. Di çarçoveya serdanan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) çûn serdana goristanên Çemê Elîkan û Sîsê yên Liceyê û Goristana Pîrîjmanê ya navçeya Pîranê.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, TUAY-DER,  rêxistinên HDP’ê yên Peyas, Farqîn, Çermûg, Hezro, Bismil û Çinarê û gelek welatiyan xwestin biçin serdana Goristana Sîsê ya Liceyê. Lê goristan ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin û leşkeran nehiştin girse bikeve goristanê. Li hemberî vê astengkirinê, girseyê li pêşiya goristanê daxuyanî da.

‘HOVÎTIYEKE WIHA LI TU DEVERA CÎHANÊ NÎNE’

Hevseroka MEBYA-DER’ê Meryem Soylû di daxuyaniyê de destpêkê cejna hemû kesî pîroz kir û wiha got: “Em cejna hemû şehîdên azadiyê pîroz dikin. Malbatan xwest biçin serdana gorên zarokên xwe lê hatin astengkirin. Nehiştin ku malbat ji bo zarokên xwe duayan bikin û bi wan re biaxivin. Hovîtiyeke wiha li tu devera cîhanê nîne. Em vê zilmê qebûl nakin. Lê çi dikin bila bikin, nikarin vîna gel bişkînin. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe bin.”

Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan axivî. Ceylan destnîşan kir ku di hemû olan de mafê serdana goristanê ya her kesî heye û wiha pê de çû: “Lê mixabin em îro dibînin ku nahêlin malbat fethekî jî bixwînin. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin. Em ê heta dawiyê bi malbatên xwe re bin.”

Her wiha rêxistinên HDP’ê yên Amed, Lice, Pasûr, Xanî, Pasûr û endamên TUAY-DER  û MEBYA-DER'ê çûn serdana Goristana Çemê Êlikan a Lice ya Amedê. Girse li navenda navçeyê kom bû û ber bi goristanê ve ketin rê. Lê di rê de leşkeran pêşî li girseyê girt û bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, destûr nedan ku girse bikeve goristanê. Li ser vê yekê girseyê jî ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt û dua xwend. Girse bi dirûşmeya “Şehîd namirin” vegeriya.

Her wiha DBP’a Amedê, parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag û rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr, Rêzan, Pîran, Gêl, Erxenî û Şankuşê jî xwestin biçin serdana Goristana Pirîşman a Pîranê. Lê belê girse ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê li ser rêya Pîranê daxuyanî da.

‘WÊ NEKARIN NIRXÊN ME BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’

Di daxuyaniyê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag bertek nîşanî astengkirinê da û ev tişt anî ziman: “Malbatên şehîdan her sal beriya cejnê diçin serdana goristanên şehîdan. Lê her carê bi heman hincetan qedexe dikin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Di salên 1993’yê de nêzî 33 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û di gora komî ya li Pîranê hatin veşartin. Em di sala 2022’yan de ne lê ev êrîş hêj jî berdewam in. Lê çi dikin bila bikin wê nekarin nirxên me bi me bidin jibîrkirin.”

‘NAVNÎŞANA ÇARESERKIRINA VÊ PIRSGIRÊKÊ Û DAWÎKIRINA ŞER, ÎMRALI YE’

Parlamenter Dêrsim Dag jî astengkirina heyî weke dijminatî pênase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê tu êrîş, gef û astengkirin nikarin nirxên me bi me bidin jibîrkirin. Em ê xwedî li nasname, ol, çand û goristanên xwe jî derkevin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. Ev zîhniyet ne zîhniyeta niha ye.

Hîn cihê gora Şêx Seîd jî diyar nîne. Kesên ku dixwazin bi êrîşên qirêj ên weke çekên kîmyewî Kurdan tune bikin, bila baş bizanin ku wê dawiya wan mîna dawiya Sedam be. Xwestin me tune bikin lê ew bi xwe têk çûn. Yên ku ev sedsal in bi ser neketin, wê îro jî bi ser nekevin. Êrîşa îro ya li ser goristanan, parçeyek a polîtîkaya şer û tecrîdê ye. Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê û dawîkirina şer, Îmrali ye.”