Leşkerên Tirk ji zinaran avêtin, cenaze nema hate dîtin

Xizmên Windayan û Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê, 1999'an ji bo Reşît Topçû ku 1999'an ji hêla leşkerên Tirk ve ji zinaran hatibû avêtin daxuyanî da.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi armanca “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 633’yemîn a heftane, li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anîn. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Reşît Tokçû yê di meha Hezîrana sala 1999’an de, li Zozana Margazer a Colemêrgê palehî dikir ji aliyê eskeran ji zinaran hatibû avêtin, hat vegotin. Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Yakup Guven çîroka Tokçû vegot. 
 
Guven, diyar kir ku Tokçû di 29’ê Hezîrana 1999’an de, ji bo palehiyê diçe Zozana xwe ya Mergazerê û wiha got: “Di heman rojê de, li qada zozana Tokçû ji helîkopteran gule tê barandin. Dûre dest bi operasyona eskerî tê kirin. Di dema operasyonê de, Reşît Tokçû yê di encama gulebarandina helîkopterê de birîndar dibe, ji aliyê eskeran ve tê binçavkirin. Esker piştre Tokçû bêpirs û sual ji zinaran davêjin û jiyana xwe ji dest dide.”
 
Guven, daxwaz kir ku cenazeyê Tokçû ji bo malbatê bê dayîn û wiha bilêv kir: “Malbatê ji ber ewlekariya can, nekarî serî li saziyên fermî bide. Piştî bi salan, hewldanên ji bo meqadên edlî hatin kirin, bê encam man û heya niha bi tu awayî cenazeyê Reşît  Tokçû nehat dîtin. Em dixwazin, êdî aqûbeta Reşît Tokçû derbikeve holê, cenazeyê wî teslîmî malbata wî bê kirin û faîl bên cezakirin.”