Leşkerên Tirk gule berdan kesê ku li pezê xwe digeriya

Li navçeya Çaldiranê, leşkerên Tirk gule berdan Orhan Hanay ê ku li pezê xwe digeriya û ew birîndar kirin.

Orhan Hanay ê li taxa Davan a navçeya Çaldiran a Wanê, ji ber gulereşandina leşkerên Tirk birîndar bû.

Hanay doh danê êvarê saet di 19:00 de ji bo li pezê xwe bigere çû qada ku baregeheke leşkerên Tirk jî lê ye. Leşkerên Tirk ên li ser sînor gule lê reşandin û Hanay birîndar kirin. Malbata Orhan Hanay ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û piştî tedawiyê ew nexweşaneyê derket.

Kekê wî Mûsafa Hanay got, "Pezê me timî ber bi aliyê sînor ve diçin. Dema ku nayên em diçin wan bînin. Doh jî pezê me çûbû û nehatibû. Birayê min jî çûbû li wan bigere."