Leşkerên Tirk gule berdan, agir bi daristanê ket
Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê, ji ber gulereşandina leşkerên Tirk ên dagirker agir bi daristanê ket.
Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê, ji ber gulereşandina leşkerên Tirk ên dagirker agir bi daristanê ket.
Li navçeya Şemzînayê ya Colemêrgê, doh êvarê agir bi daristana li herêma Bermêşê ya gundê Şapatanê ket.
Hate ragihandin ku ji ber gulereşandin ji qereqolê hate kirin agir bi qadê ketiye.
Şewata ku ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin, danê êvarê bi xwe vemirî.