Leşkerên Tirk girtina cenazeyên 7 kesên qetilkirî, asteng kir
Artêşa Tirk, rê neda ku cenazeyên 7 kesên ku li ser sînor qetilkirî bên girtin.
Artêşa Tirk, rê neda ku cenazeyên 7 kesên ku li ser sînor qetilkirî bên girtin.
Leşkerên dewleta Tirk 7 welatiyên gundê Girê Xizêla ê ku 45 km dikeve rojhilatê Girê Spî qetilkiribû, gundiyan ragihand ku leşkerê dewlatê ev 3 roje nahêle gundî cenazeyên xwe bigrin.
Ev cenaze, cenazêyên welatiyên ku xwestin sînor derbasbikin ji hêla dewleta faşîst a dagirker ya dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Gundiya ragihandin ku ev 3 rojê cenaze li erdêne, rê nadin ku nêzê cenazeyan bibin û nahêlin cenazeyan bigirin.
Heyatekî ku bi Rûspî û Rêveberiya Xweser pêkdihat ji bo cenazeyan bigre çûn sînor. Lê leşkerê dewketa Tirk nehîştin heyet cenazeyan bigre.