Leşkerên Tirk êşkence li gundiyan kir, gule li heywanan reşand

Leşkerên Tirk li Farqînê di dema operasyonê de girte ser malan, êşkence li gel kir û gule li heywanan reşand.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin di navbera Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê de roja Sêşemê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin û êvarî jî bi dawî bûbû.

Beriya ku operasyon were destpêkirin li Taxa Hindêsê ya Farqînê di 8’ê Hezîranê de leşkeran girtibûn ser malan.

Leşkerên Tirk destê gundiyan ji paş ve xistine kelepçeyan, gotine ‘Divê hûn cihê terorîstan nîşanî me bidin’ ew li taxên bejahiyê gerandine.

Di dema operasyonê de destûr nehatiye dayin ku gel ji mala xwe derkevin. Hate diyarkirin ku di dema operasyonê de ji helîkopterê gule li heywanan hatine reşandin.

Li gorî agahiyên ku gel daye, gelek heywan mirine û 6 heywan jî bi giranî birîndar bûne. Xwediyê heywanan diyar kirin ku wan 5 heywanên xwe ji neçarî ser jê kirine. Hate diyarkirin ku di dema êrîşê de gelek heywan jî winda bûne. Ji ber gefa dewletê gel nikare biçe li heywanên xwe bigere.