Leşkerên Tirk êrîşî gelê Sîdekanê kir
Leşkerên rejîma Tirk a dagirker gule li gundiyên Xelîfan ên girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê reşandin.
Leşkerên rejîma Tirk a dagirker gule li gundiyên Xelîfan ên girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê reşandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, di saetên şevê de leşkerên Tirk a dagirker gule li welatiyên sivîl ên gundê Xelîfanê barandin. Êrîş bi çekên giran pêk hatin. Di êrîşê de ku çekên doşka hatin bikaranîn, ti windahiyên canî pêk nehatine.