Leşkerên Tirk êriş kirin, cotkaran paşve gav neavêtin

Berxwedana cotkaran a li dijî qutkirina ceyranê mezin dibe. Leşkerên Tirk bi bombeyên gazê êriş birin ser cotkaran.

Li qada Çobanderesî ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê, li dijî qutkirina ceyranê ya ji aliyê saziya dewletê DEDAŞ'ê, cotkaran bi traktor û wesayitên xwe rêya bejahî ya Riha-Mêrdînê li trafîkê girtin. Cotkar serê sibehê li hev civiyan û diyar kirin ku ji ber qutkirina ceyranê berhemên wan ên çandiniyê hişk bûne û ew mexdûr bûne.

Ji ber çalakiya girtina rê, li ser rêya bejahî ya Riha-Mêrdînê rêzeke dirêj a wesayitan çêbû. Dewleta Tirk gelek leşker şand qada çalakiyê. Leşkerên Tirk dor li cotkaran girtin, ji ber ku cotkaran paşve gav neavêtin, bi bombeyên gazê êriş birin ser wan. Gazê bandor li gelk cotkaran kir. Cotkar li qadê çalakiya xwe dewam dikin.

Li dijî qutkirina ceyranê ya ji aliyê DEDAŞ'ê ve, beriya niha cotkaran li Sêwereng, Hîlwan û Wêranşarê jî çalakî li dar xistibûn.