Leşkerên Tirk ên ji ser sînor reviyan ketin kemîna gerîla!

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li konvoya leşkerî yıa ji Çelê diçû Colemêrgê dan. Payebilind jî di nav de gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên artêşa Tirk ên hewl dan Başûrê Kurdistanê dagir bikin, lê ji ber derbên giran ên ji gerîla xwarin neçar man vekişin, li gundê Tale yê Çelê ketin kemîna gerîla.

Hat ragihandin, di encama vê çalakiya gerîla de, payebilind jî dinav de gelek leşker hatine kuştin.

Çavkaniyên Tirk îdîa kiribûn, ku serpelek mirî ye.

Wekî din, li qada Şehîd Mûnzûr a li Başûrê Kurdistanê, danê sibehê teqemenî bi leşkerên Tirk ve teqiya û 2 leşker mirin.