Leşkerên Tirk bi rengekî hovane êrîşî goristana gerîla kirin

Leşkerên Tirk êrîşî goristana gerîlayên PKK'ê ya li herêma Katoyê kirin.

Artêşa Tirk bi gelek leşker û cerdevanên xwe, roja 18'ê Nîsanê li herêma Kato ya navçeya Elkî ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de goristana gerîlayên PKK'ê hate xerakirin.

Leşkeran, dîwarê 'Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn' a li Zozanê Meydan Kolyayê ye, bi kepçeyan xera kirin. Kevirên li ser goran û cihên ji bo ziyaretvanan hatibûn çêkirin, bi temamî hatin xerakirin.

Derdora goristanê jî roja 14'ê Mijdara 2015'an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatibû bombekirin.

Dewleta Tirk bi binpêkirina hemû nirxên însanî û olî, bi salan e êrîşî goristanên gerîla yên li herêmên cuda yên Kurdistanê dike.