Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Brîndar Gezîcî ku di 7’ê Adarê de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû binçavkirin, li qereqola polîsan ji aliyê leşker û cerdevanên Tirk ve rastî êşkenceyê hat. Hat diyarkirin ku Gezîcî 2 rojan bi çopa hesinî û pensê hatiye êşkencekirin. Gezîcî ji aliyê dadgehê ve hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Agiriyê.
ÊŞKENCEYA BI PENSE
Xwişka Gezîcî ya mezin Şerzan Gezîcî bertek nîşanî êşkenceya li birayê wê hatiye kirin da, diyar kir ku duh çûye cem birayê xwe yê li girtîgehê û wiha got: “Birayê min li Bazîdê hat binçavkirin û birin qereqola Bazîdê û li wir rastî êşkenceyê hat. Li ser rêya midûriyeta polîsan êşkence lê hat kirin û li ser hişê xwe çû. Piştî ku diçe qereqolê, avê li serê wî dikin û tê ser hişê xwe. Li vir dîsa ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi çopa hesinî tê derbkirin. Di dawiyê de, ew tiliyên destê çepê bi pensê dijdînin. Gelek caran bi çekê ser, ling û pozê wî xistin. Niha di ser û pozê wî de şikestin hene. Dema ku ez çûm dîtina birayê xwe, ew bi zorê li ser xwe disekinî."
'EM PERGALÊ ÊŞKENCEYÊ YA DEWLETÊ EŞKERE DIKIN’
Xwişka Gezîcî, êşkenceya li birayê xwe weke mînaka herî berbiçav a perspektîfa dewletê ya li ser Kurdan bi nav kir û got: “Tişta ku li birayê min hat kirin, nêrîna dewletê ya li ser gelê Kurd nîşan dide. Di van wêneyan de kîn, nijadperestî û kîna dewletê ya li hemberî Kurdan nîşan dide. Em vê rewşê hem weke malbat hem jî weke gelê Kurd qebûl nakin. Em vê pergala êşkenceya dewletê eşkere dikin. Di der barê van bûyeran de em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em weke malbat çi ji destê me bê em ê bikin.”