Leşkerên Tirk agir berda dehlên peravên Çemê Dîcle

Di encama gulereşandina leşkeran a ji Qereqola Akdizgîn a girêdayî navçeya Basê agir girte dehl û zeviyên li ber peravên Çemê Dîcle.

Li devera Dehla Şêx ya dikeve navbera gundê Bafê û Erzenax ên bi ser navçeya Hezex a Şirnexê ve ji ber gulebarana leşkeran li zeviyên derdora Çemê Dîcleyê şewat derket.

Hat zanîn ku leşkeran ji Qereqola Akdîzgîn a bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ku li aliyê din ê çem e gule berdan e. Şewata ku ber bi nava gundan ve diçe, welatî bi derfetên xwe yên kêm mudaxile dikin.

Gelek dar şewitîn. Sala par jî ji heman qereqolê gule hatibûn reşandin û şewat derketibû.