Leşkerên derketin operasyonê derb xwarin: 2 mirî

HPG'ê ragihand, operasyona artêşa Tirk a li herêma Gabarê ya Şirnexê bê encam maye û diyar kir, di şer de 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyona artêşa Tirk a li herêm Gabarê ya Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Şeva 7'ê Çileyê artêşa TC a dagirker li qadên Şehîd Dîlan, Şehîd Hemze û Kela Dêrweşê yên çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li gel helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir.

Sibeha 8'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Dîlan bi cih bûbûn, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de çalakiyeke sabotajê hate kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker xwe ji ser gir vekişandin û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirin. Operasyon 10'ê Çileyê bi rengekî bê encam, qediya."