Leşkerên berê kirine gardiyan

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Dîlokê, hat ragihandin ku koma gardiyanan a ji leşkerên berê pêk tê, zexteke giran li girtiyan dike.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Dîlokê, bi rêya malbatên xwe li ser pêkanînên 'taybet' ê li girtîgehê agahî dan. Li gorî vê yekê, bi serkêşiya sergardiyanê girtîgehê ji nişka ve davêjin ser qewîşan, zextê li girtiyan dikin ku rabin ser piyan û bikevin nîzama leşkerî. Her wiha di dema birin û anîna nexweşxaneyê de jî li ser girtiyan tê ferzkirin ku bikevin rêzekê û bi du kelepçeyan girtiyan dibin û tînin.

Di yek ji van serdegirtinan de, rojnivîska girtiyekî ya di dolaba wî de hebû hate desteserkirin. Ji ber nivîsên di rojnivîskê de 11 roj cezayê hucreyê li girtî hate birîn. Li qewîşên ku ji bo 7 kesan hatine amadekirin, 17 girtî lê tên hiştin.

Hat ragihandin, 18 leşkerên berê ku ji ber birîndarî ya jî derbasbûna nava saziyên din ji leşkeriyê derketin, li girtîgehê weke gardiyan hatine bwezîfedarkirin û zexteke giran li girtiyan dikin.

Hat gotin, ev girtîgeha di kontrola sergardiyan de ye, veguheriye qereqolê û hin girtiyan ji qewîşan dibin lêpirsînê. Girtiyan anîn ziman, hewl tê dayin wan teslîm bigirin û kesayetiya wan pûç bikin.

Wekî din hat ragihandin, girtiyê bi navê Îsmaîl Tuzun ê ku cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn, tevî ku gelek nexweşiyên wî hene û parçeyên şarapnelê di bedena wî de hene, nayê dermankirin.