Leşkeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir

Li gundê Çemêkurk ê girêdayî Navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê leşkeran li Reşît Ekîncî reşandin û ew birîndar kirin.

Li gundê Çemêkurk ê Navçeya Rûbaroke ya Colemêrgê şevê din leşkeran li Reşît Ekîncî reşandin. Di êrîşa çekdarî ya leşkeran de Ekîncî birîndar bû.

Şahidê bûyerê diyar kirin ku li gundê Çemêkurkê komek ji ciwanan ku xwestin li girê Celikan derkevin seyranê, bûn hedefa êrişa leşkeran. Şahidan anîn ziman ku leşkerên qereqola nêzî bûyerê bang li ciwanan kir û çend ciwan çûn cem leşkeran û diyar kirin ku hatine seyranê. Gundiyan ragihandin ku hevalên wan ên din jî gundî ne. Li gel vê yekê leşkeran li wan reşandin û di gulebaranê de welatî Ekîncî birîndar bû. Gundiyan dan zanîn ku welatî Ekîncî ji serê xwe ve birîndar bû.

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede jî li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û got: "Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê welatiyên me yên çûn seyranê, bûn hedefa êrişa çekdarî ya leşkeran."Saît Dede êrişa leşkeran şermezar kir.