Leşkeran kuşt, dozger nehişt ku gilî jî bê kirin

Tûran Sati yê bavê 11 zarokan ku di 30'ê Mijdarê de li Bedlîsê wesayita zirxî ya leşkerî lê da, jiyana xwe ji dest da. Malbata Sati û gundiyan xwestin giliyê leşkeran bikin, lê belê dozgerê navçeya Adilcewazê daxwaznameya gilîkirinê jî nexist meriyetê.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan dewam dikin. Li Bedlîsê û navçeyên wê kiryarên Rewşa Awarte dewam dikin, ewlekariya mirovan êdî nîne. Li gundê Qerekeşîş ê Adilcewaz a Bedlîsê di 30'ê Mijdarê de Tûran Sati yê 40 salî dema ku bi qemyona xwe ya barê wê ka bû diçû, li ser rêya bejahî ya Bedlîs-Tetwanê ji ber ku wesayita leşkerî li wî qelibî jiyana xwe ji dest da.

Ji 3 heta 16 salî 11 zarokên Tûran Sati bêxwedî ma. Sati ji bo debara malbata xwe bike bi şev û roj bi qemyona xwe bar bar dikir. Piştî ku Sati jiyana xwe ji dest da malbata wî û gundiyan xwestin giliyê leşkeran bikin, lê belê serdozgerê Adilcewazê daxwaznameya malbata Sati û gundiyan nexist meriyetê.

Gundiyekî Sati ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Me xwest tevî malbata Sati giliyê leşkeran bikin. Ji ber xemsariya leşkeran mirovekî me jiyana xwe ji dest da. Her wiha 11 zarokên Tûran bêxwedî man. Êdî bavê wan zarokan nîne. Yê herî biçûk 3 yê herî mezin jî 16 salî ye. Gunehê van zarokan çi ye?

Bûyera ku Tûran jiyana xwe ji dest da qeza nîne, cînayete. Wesayita leşkerî di rê de lampeyên xwe pê naxe û bi vî rengî diçe. Ji ber vê yekê di qemyona ku wesayita leşkerî lê ket gundiyê me Tûran jiyana xwe ji dest dide. Di vê qezaya cînayetê de dewlet berpirsyaran diparêze, nahêle ku em giliyê wan bikin. Waliyê Bedlîsê, rayedarên leşkerî û rayedarên dewletê hatin gundê me û xwestin ku em giliyê leşker nekin."