Lehengê Gabarê: Çekdar

Çekdar Harûn (Umît Tûran), du sal beriya niha li Gabarê şehîd bûbû. Bêrîvan Harûn, di salvegera şehadeta Çekdar Harûn de qala daxawza wî ya têkoşînê û îradeya wî kir.

Umît Tûran ku bi eslê xwe ji Qeyseriyê ye û nasnavê wî Harûn Çekdar e, 2009'an tevlî nav PKK'ê dibe. Gerîla Çekdar ku di nava PKK'ê de lêgerînên xwe geştir dike, 2012'an diçe qada Botan-Gabarê. Çekdar ku li wir bi çalakî xwe tev li nav xebatan dike, 2015'an bi çalakiyekê jiyana xwe ji dest dide.

Bêrîvan Harûn, hevrêya gerîla Çekdar ku li Botanê pê re maye ji ANF'ê re qala Çekdar kir.

'HEMÛ XWEŞIKÎ DI HELWESTA WÎ YA JIYANÊ DE XWE DIDANE DER'

Bêrîvan Harûn ku yek ji hevrêyên Çekdar e, behsa dilsoziya bi jiyana çiyê û hezkirina wî kir û got: "Di salvegera şehîdbûnê de, di şexsê heval Harûn de hemû hevrêyên şehîd bi bîr tînim û ez soza xwe ya têkoşînê dubare dikim. Dema ku Harûn tê gotin destên wî yên ku bêhna kedê jê difûre û kenê wî yê ku rih dide jiyanê bi bîra mirov tê. Lêgerîna wî, perwerdehî, evîna wî ya li jiyanê bi bîra mirov tê. Jiyan û rengê jiyînê ya heval Harûn ji çavê wî diyar dibû, hevrêtiyeke wî ya wiha jidil hebû ku çavên wî weke stêrikan dibiriqîn û çirûsandinên çavên wî sêhr li mirov dikir. Çawa ku tê gotin xweşikiya dil a mirov di çavê mirov de xwe dide der, hevalê Harûn jî wiha bû. Hemû xweşikî li ser çavê wî, di hewlesta wî ya jiyanê de xuya dikir."

'YEK KÊLIYA JIYANÊ VALA BERNEDIDA'

Harûn behsa hêlên perwerdekar kir û diyar kir, bi taybetî ji bo pêşketina branşa suîkastê hewl dida. Harûn: "Tim di nav lêgerînê de bû, xwe perwerde dikir û hemû hevrêyên xwe digihand. Dema ku nû tevlê bûm heval Harûn perwerdehiya çekê da me. Piştre di Akademîya Şehîd Mahîr de kul i Botanê akademiya pêşî bû, perwerdehiya suîkastê da. Ez jî di wê dewreyê de bûm. Hevalê Harûn nedigot şev û roj e tim ji bo ku suîkastê bi pêş ve bibe hewl dida. Bi roj dema ku perwerde dida jî ji bo ku em her kêlî ji her tiştî re hazir bin jî hewl dida. Ji bo ku ew hîn bibin gelek tişt diceriband. Hevalek hebû, şivantî dikin, ji bo wî têkildarî mihan mînak dida. Hevalak hebû li mirîşkan dinerî, ji bo wî jî têkildarî mirîşkan, kozikên wan, bi jimartina lingên wan mînak dida.

Di ceribandian jî her roj pozîsyoneke berdanê hîn dikir, her carê jî sporeke cihê dida kirin. Carinan 7-8 metreyî meşa qazê bi wan dikri, carinan ew dibezandin û di cih de dixistin rewşa avêtina guleyan, dikir ku ew xwe kaş bikin û di pey re guleyê bavêjin,ber bi girekî ve ew didane bezandin, teqla bi wan dida avêtin, dikir ku di cih de biçin ser çekê û guleyê biteqînin. Min gotibû, em ji bo her şertî hazir dikirin. Sibehan jî spora komando bi me dida kirin. Carinan çek di destê me de em didane rawestandin, carinan 45 deqe wiha domd dikir, da ku milên me xurt bibin. Carinan sibehan dikir ku em xwe li avê bixin, piştre em didan bezandin û dikir ku em xwe kaş bikin. Carinan li qadeke strî dikir ku em xwe kaş bikin. Heta ku anîşkên hevalan xwînî dibûn. Carinan hevalan jî ti mane nedidane vê. Nizanîbûn ku hevalê Harûn ji bo ku di demên pêş de vîna hevalan xurt bibe ev dida kirin. Hevalê Harûn wiha bû û qet li cihê xwe nedisekinî, hîperaktîf bû. Tim weke ku ji tiştinan re dereng mabe tevdigeriya, ew kêlî watedar dikir û dinirxand."

'NE XERÎBÊ ÇIYÊ BÛ'

Harûn bal kişande ser hezkirin û nêzîkbûna wî ya li sirûştê û got: "Hûn dizanin, pir ji sirûştê hez dikir. Her sibeh du çûk dihatin cem heval Harûn, tenê dema ku ew tenê bû dihatin cem wî û li dora wî dizîvirîn. Carinan dema ku diçûm da ku bang lêb ikim, min dît ku bi çûkan re diaxive. Wiha diaxivî çûk li pêşberî wî radiwestiyan û lê dinerîn. Weke mirovan, lê carinan mirov jî li hev guhdar nakin lê wan çûkan wiha bi baldarî guh didane Harûn, dikir ku mirov heyranê wî bibe. Heval Harûn rojekê mîroyek jî nekuştiye.

Carinan dema ku min lê dinerî li ser rûyê wî kêfxweşiya zarokên biçûk hebû, carinan li ser rûyê dilêrî, carinan jiyan, carinan hêvî xuya dikir, a rast Harûn bûbû her tişt û her tişt bûbû Harûn."

'HARÛN BÛBÛ GABAR..'

Harûn li ser hezkirina wî ya li ser Gabarê got: "Em çûne herêma Gabarê, me zivistanekê li wir derbas kir. Heval Harûn wek ku dil ketibû Gabarê. Digot: "Tiştên pir giran bi ser Gabarê de hatine, şahidiya gelek lehengiyên mezin kiriye. Araziya wê tim bi sedan gerîla parastiye. Her çendî arîşeya zad hebe jî sirûştê û axa dayin tim ji xwe tirî, hejîr, gwîz, behîv, bîhok, hirmî û gelek tiştan daye wan û destek daye wan. Cografyaya Gabarê pir dewlemend e û tam qada şer e. Xweşikî û heybeteke wê ya mezin heye."

Harûn pêvajoya nêzî şehîdbûnê vegot: "Em biharî beriya wî çûne Gabarê. Ew û tîma wî piştre hatin Bestayê. Harûn Gabar dîtibû, wê li cihê xwe bisekine. Na. Biryar standibû, li Gabarê wê bibûya sekvan. Dema ku hatî piştî dewreyeke suîkastê rasterast derbasî Gabarê bû. Mehekê amadekariyên dewreyê kir. Qad jî pêşniyarî hevalan kiribû, li niqteya Şehîd Aydin vebûbû. 15 rojan perwerdehiyê dest pê kiribû. Pêvajoyê şer dabû destpêkirin, hêza Gabarê dest bi plana çalakiyê kiribû. Wî jî çawa ku bihîstibû hatibû, hevalan destûr nedabû ku bikeve çalakiyan lê wî xwe ferz kir û destûr dan ku tevlê bibe. Li Girê Cotyar bi qehremanî bi bombeyan êrîş dibire ser qereqolê, mewzî diteqandin û ji mewziyekê ber bi mewziyekê, bi guleyên nemerd ber bi bêdawîbûnê ve nemir dibe..Piştî şehîdbûnê dema ku li Gabarê dinerî wek ku serî rakiribû û her dever bûbû cihê şewatê. Hûn ê bawer bikin, di şewata araziyê de, li ser agirê li ber Derwêş navê Harûn çêbûbû. Mûyê laşê min bûbûn weke derziyan. Her tişt di Harûn de bû, di wî û hezkirina wî ya Gabarê de bû."