Ambargoya ku rejîma Baasê beriya Şoreşa Rojava danî ser herêma Rojava, bi xebatên Navenda Lêkolînê ya Çandiniya Zanistî ya Hesekê, eşkere dibe. Ev laboratûvara li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ye, li dijî polîtîkaya talankirina çandiniyê ji aliyê rejîma Baas ve, alternatîfa zanistî ya serbixwe derdixîne holê. Laboratûvar ji Gulana 2016'an û vir ve hem kadroyên xwe perwerde dike, hem jî analîzên ax û avê dike.
Di dema rejîma Baasê de li Rojavayê Kurdistanê çandina fêkî, zebze û daran hatibû qedexekirin. Destûr dihat dayîn ku tenê genim, ceh û kuncî bên çandin. Zebze û fêkiyên ku pêwîstiya gel pê hebû, ji bajarên navendî yên mîna Heleb û Şamê dihatin anîn. Rejîma Baasê ji aliyekî ve genimê li Rojava dihat hilberîn ji xwe re dibir û dikir nan, li aliyê din jî madeyên din ên xwarinê li bajarên din ên Sûriyeyê hilberand û bi vî rengî gelên li Rojava bi taybetî Kurd bi xwe ve girê da.
Karê aboriyê yê piştî Şoreşa Rojava dest pê kir, ev polîtîkayên rejîmê ji holê rakir û armanca 'têra xwe bûyîn' danî pêşiya xwe. Di nava polîtîkaya aboriya civakî ya Meclîs û Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM'ê de çandinî xwedî cihekî girîng e. Di Konferansa Aboriyê ya TEV-DEM'ê de, ku di nava sala 2016'an de hate lidarxistin, plansaziyek ji bo aboriya 5 salan hate derxistin. Di nava vê de pêşvebirina çandiniya ekolojîk, esasgirtina cihêrengiya çandiniyê û amadekirina nexşerêya çandiniyê weke karên sereke cih girtin.
Berpirsyara Laboratûvara Navenda Lêkolînê ya Çandiniya Zanistî ya Hesekê Sosin Hesekê li ser mijarê ji me re axivî.
'ME BI PERWERDEYÊ DEST PÊ KIR'
Sosin Hesekê li ser perwerdeyên xwe ev agahî da: "Her pênc hevalên me perwerde bi wan dan destpêkirin, dildar bûn û di asta zanîngehê de perwerdeya zîreetê dîtibûn. Di nava meh û nîvekê de me perwerdeya teorî û pratîkê dan wan. Di perwerdeya xwe de em di destpêkê de li ser mejiyê çandinî û aboriyê yê rejîmê û mejiyê çandinî û aboriyê yê şoreşa me sekinîn. Em piştre derbasî perwerdeya xwe ya branşê bûn. Di vir de jî em li ser rê û rêbazên analîzkirina axê û rêbazên çandina madeyan, sekinîn. Ev hevalên me piştî perwerdeyê yekser li nava bajaran belav bûn û dest bi komkirina mînakên ji axê kirin. Niha 15 heval li laboratûvara me dixebitin. Wekî din, dewreyeke me ya perwerdeyê ya bi beşdariya 5 kesan dewam dike. Ew hevalên me jî wê piştî perwerdeyê yekser dest bi kar bikin."
'KÊM MA YE ARMANCÊN XWE YÊN DESTPÊKÊ BI SER BIXÎNIN'
Armanca destpêkê ya laboratûvara li Hesekê, pêkanîna projeya nexşeya çandiniyê ya komîteya aboriyê ye. Analîzên ji bo amadekirina nexşeya şandiniyê, kêm maye biqedin.
Sosin Hesekê diya rkir, di vê çarçoveyê de qonaxa herî giran, anîna mînakên axê ji hemû bajarên Rojava ye û wiha dewam kir: "Piştî perwerdeyê me hemûyan berê xwe dan pratîkê. Ji bajarên mîna Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Qamişlo hwd. me mînak ji axê girtin. Ji saet 8'ê sibehê heta êvarê saet 6'an me karê xwe bênavber meşand. Ji 1'ê Tîrmehê heta meha Mijdarê me bi qasî 1000 mînak ji axê, ji bo analîzkirinê anîn laboratûvara xwe.
Mîna mirovan, pêwîstiya axê jî bi mîneral û madeyên cuda yên organîk heye. Di heman demê de ji bo hilberîneke baş û demdirêj bê kirin, divê rêyeke diyar hebe. Em van hemûyan bi tehlîlên xwe tespît dikin."
JI BO TEHLÎLA AV Û AXÊ YA BI RÊK Û PÊK, COTKARAN TEŞWÎQ DIKIN
Hesekê da zanîn, li herêmên ku ew ji bo nexşeya çandiniyê lê dixebitin, ji bo cotkar karibin çandiniyeke rast bikin, ew agahiyên xwe bi wan re parve dikin û got, "Ji bo çandiniyeke zanistî û ekolojîk, 15 roj beriya her çandiniyê lazim e erd bê lêkolînkirin bê ji bo çandiniyê amade ye, yan jî ji bo çandina çi amade ye. Di vî warî de em bi cotkaran re axivîn. Hevalên me mînakên av û axa cotkaran anîn û me analîz kirin. Bikaranîna av û zibilê rast jî ji bo çandiniyê gelekî girîng e. Her cotkar, ava ku di çandiniyê de bi kar bînin, divê beriya çandiniyê tehlîl bikin. Ji ber ku eger rêjeya xwê ya di nava avê de zêde be, ev yek wê hem bandorê li tişta hatiye çandin bike, hem jî li çandiya salên pêş bike."
'GEL LI GORÎ PÊŞNIYARÊN ME TEV DIGERE'
Hesekê ragihand, bi xebatên wan ên laboratûvarê re, cotkarên li kantona Cizîrê bi taybetî yên li Hesekê, li gorî demên berê hê zane bûne û got, "Mirov êdî ji bo tehlîlên av û axê serî li laboratûvara me didin. Em jî ji wan mînakên ax û avê digirin. Li gorî rêjeya xwê ya li nava avê, em pêşniyara li wan dikin, ku dikarin çi biçînin. Lê dema rêjeya xwê di asta 10 dereceyî de bilind be, em pêşniyar dikin ku bi wê avê avdana xwe nekin. Bêguman em sedemên vê jî eşkere dikin." Hesekê destnîşan kir, di vî warî de gel li wan guhdarî dike û li gorî pêşniyarên wan tev digere. Hesekê got, "Em bi vî rengî axa xwe diparêzin."
'EM Ê LI GELEMPERIYA BAKURÊ SÛRIYEYÊ JI BO ÇANDINIYA ZANISTÎ BIXEBITIN'
Berpirsyara Laboratûvarê Sosin Hesekê di dewama axaftina xwe de got, "Armanca me ya sereke afirandina nexşeya çandiniyê ye, ku kêm maye biqede Vî karî moral jî daye me. Ji ber ku di dema rejîmê de çandiniya tenê çend berheman dihat kirin, lewma axa me qels bû bû. Bi çandiniya çend salên dawî re me dît ku axa me xurtir bûye ji bo çandiniyê."
Hesekê destnîşan kir, ku ew amadekariyan dikin vî karê xwe ne tenê li kantona Cizîrê, li gelemperiya Bakurê Sûriyeyê bimeşînin.