‘Kuştina El Bagdadî berdewamiya tola jinên Êzidî ye’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Şengalê derbarê kuştina serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Şengalê derbarê kuştina serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Weke millet û jinên Êzidî, em bi gelek fermanan re rû bi rû mane. Fermana herî dawî a çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de pêk hat. Ev qetlîam bi fermana Serokçete El Bexdadî hate pêkanîn. Di encam de bi hezaran milletê me berê xwe dan koçberiye û bi hezaran hatin qetilkirin, bi taybet bi hezaran Jinên Êzîdî wek êsîr hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Li ser vê esasê kuştina Serokçeteyê DAÎŞ’ê Ebu Bekir El Baxdadî ji bo me Tevgera Azadiya Jinên Ezidî mizginiyek mezin bû. Lê hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de aqûbeta wan ne diyar e.

Me di van salên borî de bi xwerêxistinkirina siyasî û leşkerî de tekoşîneke bê hempa beramberî van çeteyan meşand. Li Reqa me tola hemû jinên cîhanê stend. Kuştina El Bexdadî berdewamiya tola jinên Êzidî ye. Em bi dil û can spasiya QSD dikin ku ji destpêka şoreşê heya niha bê navber beramberî van çeteyên hov têkoşîn kirine.

Lê gerek ev jî baş were zanîn ku bi kuştina El Bexdadî, ku li ser sînorên dewleta Tirk hate dîtin û kuştîn, ferman bi dawî nebûye. Di şexsê Erdoxan û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Rojava, Bakur, Rojhilatê Sûriyeyê ferman û qetlîam didome. Di şexsê dewletên ku pergela kapîtalist jî dipejrînin li ser milletê me yê Êzidî fermana spî tê meşandin. Ev êrîşên hov ên fîzîkî û îdeolojîk ji zîhniyeta DAÎŞ’ê ne cuda ye. Li ser vî esasî ji bo herêma Şengalê jî metirsî bi dawî nebûne.

Li ser vê esasê em dubarê destxweşiya xwe ji QSD’ê re radigihînin û di heman demê de bang li hemû jinan dikin ku çawa bi berxwedana jinan, jinên Êzidî û hemû jinên tekoşer DAÎŞ tek çû, bi yekîtiya hemû jinên cîhanê ew ê dagirkerî jî têk biçe."