Kurê Tarhan ê ku SÎHA’yê ew birîndar kiribû: Wezîr Soylû bêbextiyê dike

Kurê Mûsa Tarhan ê ku li Colemêrgê bi SÎHA birindar bûbû, bertek nîşanî helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir ku Wezîr Soylû bêbextiyan dike.

Balafirên Bê Mirov ê Bi Çek (SÎHA) di 31'ê Tebaxê de li Gundê Talê yê Colemêrgê welatî gulebaran kiribû û Mehmet Temel hatibû kuştin û 3 welatî jî birîndar bûbûn. Birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hêj dermankirina wan berdewam dikir, ew birin Şaxa TEM'e ya Colemêrgê. Mûsa Tarhan û Îbrahim Sak, hêj dermankirina wan neqediya derxistin dadgehê û bi îddîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin. Kurê Mûsa Tarhan, Leşker Tarhan, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir wezîr rastiyan nabêje û bêbextiyan dike. Tarhan diyar kir ku gotina Wezîr Soylu a ku dibêje "Ez navê wî bibêjim, Mûsa Tarhan.  Zilam di îfadeya xwe de zelal dibêje. 'Em bi mirovê ku polîs şehîd kirin re li wir rûniştin. Wê demê SÎHA hat em gulebaran kirin û terorîst li wir îmha kirin'”ne rast e. Îddîayên derbarê bavê min de koka wan tune ye. Hemû bêbextî ye. Piştî bûyerê destûr nedan em biçin hevdîtina bavê min."

Tarhan, anî ziman ku hêj bavê wî birîndar bû li nexweşxaneyê xistin nezaretxaneyê û destûr nedan ku kes biçe wî bibîne û wiha got: “Hêj birîndar bû ew derxistin dadgehê û girtin. Ev neheqî û binpêkirina mafan têr nake, niha jî wezîr Suleyman Soylû derdikeve pêşberî bavê min û bêbextiyan dike. Dibêje 'Ez navê wî didim. Mûsa Tarhan li wir di civînê de bû.’ Ev ji sedî sed bêbextî û îftîra ye. Her tişt li holê ye. Em ê rastiyê di rojên pêş de bi raya giştî re par ve bikin. Çima bêbextiyê dikin em fêm nakin. Wir cihê gundiyan e û gundî her dem diçin wir û tên.”