Kurê Kaya yê 85 salî: Bavê min ji sedî 93 astengdare û nikare di girtîgehê de bijî

Kurê girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya yê 85 salî, Îsmaîl Kaya anî ziman ku bavê wî ji sedî 93 astengdare û nikare di girtîgehê de bijî û xwest bavê wî demildest bê berdan.

Girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya ê 85 salî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Bi hinceta ku di sala 2008’an de tevlî daxuyaniyekê bûye, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derheqê Kaya de doz vekir û bi îdiayên “her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.  Dadgeha Bilind jî cezayê Kaya di sala 2011’an de erê kir. Kaya, li Bursayê emeliyata prostatê bû û di 14’ê Cotmeha 2020’an de hate binçavkirin. Kaya, piştre jî birin Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê û 60 rojan bi tena serê xwe di odeyê de hate hiştin. Di encama serlêdanan de cezayê Kaya di 4’ê Çileya 2021’ê de ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî Kaya di 31’ê Adara 2023’yan de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Ji bo taloqkirina cezayê Kaya serlêdan hatin kirin lê ji ber rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tipa Edlî (ATK), ev serlêdan hatin redkirin.

JI SEDÎ 93 ASTENGDAR E

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 8’ê Kanûnê de bi sedema ku binpêkirina Destûra Bingehîn e, fikraya 6’emîn a sûcê “Her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kir. Lê belê biryar hate dayîn ku ev biryar 4 meh piştre bikeve meriyetê. Çavê çepê yê Kaya nabîne, guhê wî yê çepê nabihîse, gurçikên wî îflas kirine, teşhîsa demansê jê re hatiye kirin û ji ber nexweşiya dil anjiyo bûye. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê di 12’ê Cotmeha 2022’yan de ji bo Kaya rapora ku ji sedî 93 astengdar e da. Tevî ewqas nexweşiyan jî Kaya nehat tehliyekirin. Kurê wî Îsmaîl Kaya jî bertek nîşan da ku girtiyê ji sedî 93 astengdar û nexweşê giran Abdulalîm Kaya yê 85 salî da û got ku “Rewşa wî gelek krîtîk e. Di sêkeratê de ye..” û azadiya wî daxwaz kir.

ZAROKÊN XWE NAS NEKIR

Kurê wî Îsmaîl Kaya jî diyar kir ku di roja dawî ya hevdîtinê de dema çûn girtîgehê bavê wî ji ber ku hişê wî girtî bû wan nas nekir û got: "Bavê min bi alîkariya hevalên xwe yên qawişê bi kursiya bi teker hat hevdîtinê. Ev salek û nîv e li Girtîgeha Êlihê di nav nivînan de dîl tê girtin. Dema bavê min hat, ji ber nexweşî û temenê xwe nikarî me nas bike. Bavê min rojên pir dijwar derbas dike. Ji ber vê yekê bavê min dike jiyana xwe ji dest bide. Qanûna ku bavê min pê hatibû girtin, êdî ne pêkan e lê mixabin ev yek nehat sepandin. Me weke malbat û bi rêya parêzeran heman rojê daxwazname pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê kir, lê hêj tu encam derneketiye. Em naxwazin ew di zindanê de bi awayekî ku hişê wî girtiye bimire. Em bang li hikûmetê dikin; Demildest girtiyên nexweş û pîr berdin.”