Kurdên Feylî nasnameya neteweyeke ku mafê wan hatî xwarine
Kurdên Feylî ku neteweyek nasname û hebûna wê li Iraqê û bi taybet jî li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistranê tine tê hesibandin.
Kurdên Feylî ku neteweyek nasname û hebûna wê li Iraqê û bi taybet jî li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistranê tine tê hesibandin.
Feylî civakekî ya Kurdên Rojhilatin li Loristan, Kirmaşan û Îlamê ser bi Îranê dijîn, her wiha beşek li Iraqê li Rojhilatê Dîcleyê ku Feyliyên Şîe li Bexdayê û bajarê Diyale dijîn. Ev zaraveyê Feylî bi komek ji hozên Kurdên Îlamî pê diaxivin, niha jî xwecihên herêma Pêşko silsileya çiyayê Zagrosê bûn. Piraniya dîrokzanan li ser Îlamî û Gotiyan hemfikir bûn ku li navend û Başûrê Iraqê jiyabûn.
Li navçeya Mendelî, Zirbatiye, Bedre, Cesan, Xaneqîn, Kerkûk, Bexda, Kut, Emare û Besra ku ji aliyê çend kesên Rojhilatnas yên weke: Vîlademîr Mînoriskî yê Rûsî, John Malkon û lêkolînvanê Kurd Dr. Îsmaîl Qumandar piştgiriya wan nêrînan dike. Di wê baweriyê de ne ku destpêka derketina vî zaravayê Feylî di sedsala 16’an de bû. Niha jî ew zarave ji bo wan Kurdên ku nîştecihê wan navçeyên ku li Iraqê ne tê bikaranîn.
Pirsgirêka Kurdên Feylî weke pirsgirêka Erebên Şîe berdewame bi reqabeta siyasî ya dinavbera dewleta Osmaniyên Tirk û Sefewiyên Îranê de bû alîkar ji dabeşkirina nîştecihên navçeyê ya di navbera du aliyên Îranî û Osmaniyan de.
Piraniya Şîeyên Iraqî yên girêdayî Îranê ku nas kirî ku di nava wan de Kurdên Feylî ku di destpêka damezirandina dewleta Iraqê de cih digirt, li gel nifş û çînên din ên civaka Iraqî rastî cudabûnê hatin.
Di sala 1924’an de yasaya nasnameya Iraqî bal kişand li ser dabeşkirina gelê Iraqê li ser 3’ê beşan ku li ser bingehê ulî û neteweyî hatin cudakirin. J i ber wê Kurdê Feylî Şîe bûn, xwe bi awayekî Îranî didan naskirin ji ber wê hemû jî ketine ber êrîşên desthiledariya Iraqê. Piştî hatina Rejîma Baas ya li ser desthilatê û dest bi ser de girtinê ji sala 1968’ê ve Kurdên Feylî rûbirûyê tinekirinên hişk hatine. Di destpêka sala 1970’yan Rejîma Baas ya berê nêzîkî 40 hezar Kurdên Feylî bi hêceta ku ew Îranî ne şandin Îranê. Di dirêjahiya van siyasetan ya li beramberî Kurdên Feylî, di sala 1980’yan de li gorî biryara 666’ê ya mafê hemwelatîbûna wan ji wan hate sitandin û dest danîn li ser mal û milkên wan.
Li gorî vê Kurdên Feylî bi tinebûnê re rûbirû mabûn, Serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên biryarekî nû derxist ku biryar da ew zilamên Iraqî û jinên wan Feylî divê dest ji hev berdin bi berdêla 4 hezar dînar, eger ew kes leşker be û eger sivîl jî be bi berdêla 2 hezar 500 dînarê berê yê Iraqî wê bê dayina wan.
Li gorî bîlançoya Xaça Sor û Heyva Sor ya navnetewî 400 hezar welatiyên Feylî bi kuştinê bûne qurbaniyên Rejîma berê ya Iraqê. Piştî rûxandina rejîma berê ya Iraqê, di sala 2006’ê de yasaya nasnameya Iraqî ya biryara 666’ê ya sala 1980’ê bê bandorkirin. Di heman demê de komek ji Kurdên Feylî karîn mafên xwe bidest bixin.
Berpirsê Rêxistina Yekgirtina Kurdên Feylî ya Kerkûkê Hacî Dawud Eshed derbarê hebûna Feyliyan ya li Iraq û Kerkûkê ji ANF’ê re axivî û got: “Kurdên Feylî pêkhateyekî serekî yên Iraqê ne, navenda serekî ya Kurdên Feylî li Xaneqîn û Mendeliye dikarin bêjin; piraniya wan li Bexdayêne, her wiha beşek li Kerkûk û beşê din jî li Silêmaniyê ne. Ji me re dibêjin; Kurdên Germiyan û koka me ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Kerkûkê jî nêzîkî 800 malbat hene ku hejmara endamên wan jî nêzîkî 2800 kesin lê mixabin heta niha jî erkê rêveberiyê yê herî biçûk û kêm jî ne dane me. Her wiha ti endamên me li meclisa bajêr nîne bi giştî mafên me li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine xwarin.”
Her wiha Eshed derbarê rolên kesayetên Kurdên Feylî yên di şoreşa Kurd de jî anî ziman, kesayetiyên Feylî gelek rolê mezin yên wan di şoreşa Başûrê Kurdistanê de hebûn, ji ber wê ji aliyê Rejîma Baas ve hatine çewisandin. Yekem jin jî li sêdarê hate dayin Leyla Qasim bû ku Kurdekî Feylî bû.
Eshed bal kişand li ser vê jî û da diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bi dabeşkirina mezhebî û netewî wan destnîşankirine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re dibêjin; ‘hûn ser bi mezhebê Şîe ne’ ku alîkariya wan nakin. Her wiha hikûmeta Iraqê jî dibêje; ‘hûn Kurdin ku ji bo Kurdîniyê hewl didin û alîkariya hikûmeta navendî nakin.’ Berê li Parlementoya Iraqê nûnerên me ne bû, tenê vê carê kesekî Feylî li bajarê Kut ji parlementoyê re hatiye hilbijartin.
Endama Yekgirtiya Kurdên Feylî ya li bajarê Kerkûkê Sediye Faruq jî derbarê mîsyona jinên Kurdên Feylî ya di civakê de axivî û got: “Jinên Kurdên Feylî xwedî mîsyonên girîng in di vê civakê de. Weke nimûne Leyla Qasim ya qehreman, Zekiye Îsmaîl ku li Iraqê yekem wezîr bû. Di malê de rolekî girîng ya jinên Feylî tê dîtin ji ber ku zarokan perwerde dikin. Her wiha ji bo parastina kevneşopî û çanda Kurdên Feylî, ji ber sedemê têkelbûna me ya li gel netewên din kevneşopiya me nêzîkî kevneşopiya pêkhateyên din yên nevçeyê ne.”
Farûq her wiha bal kişand li ser vê yekê jî ku xelkên li bajarê Kerkûkê ji wan re nabêjin Kurdên Feylî ku ji wan re dibêjin Ecem.