'Kurdên Anatoliya Navîn dibin xwedî hişmendiyeke xurt neteweyî ye'

Xwecihiyên Anatoliya Navîn li ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan axivîn û destnîşan kirin ku siyasîbûn ji bo Kurdên bi sedan sal in li vê herêmê ne, guhertineke girîng e.

Li navçeya Meramê ya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatin kuştin. Ev bûyer ji bo Konyayê bûyereke nû nîne; beriya niha jî li Konya û Afyonê êriş li dijî Kurdan hatibûn kirin. Di heman demê de li Çorûmê jî êriş birin ser karkerên Kurd. Bûyera li Meramê ne di nav de, êrişên hatin kirin bi giranî li dijî karkerên Kurd ên demsalî bûn. Lê belê aliyekî cuda yê bûyera li Meramê hebû. Li dijî malbateke Kurd bû ya li Anatoliya Navîn dima.

Li Anatoliya Navîn demeke dirêj e nifûseke xwecihî ya Kurdan heye. Li Konya, Enqere, Yozgat, Aksarayê. Bi taybetî li Konyayê, Kurd li navçeyên Cîhanbeylî û Kûlûyê dimînin. Li Enqereyê jî bi giranî li navçeyên Haymana û Balayê ne.

Haci Çevîk ku li ser Kurdên li Anatoliya Navîn demeke nêz e kar dike, dema ku pirtûka xwe ya bi navê "Li konyayê Kurd hene?" amade dikir, qala bûyerên lê rast hat dike: "Weke ku bi hêsanî dikare bê texmînkirin, kesên ku li ser mijarên Kurd, Kurdîtiyê, pirsgirêka Kurd lêkolînê dikin, bi giranî li wê pirsgirêkê rast tên ku kes li ser mijarê nêrîna xwe nayne ziman. li derveyî welat bi hêsanî nêrîna xwe tînin ziman, lê li Kûlû û Cîhanbeyliyê bi bêdeng dimînin."

Dema ku me ev nûçe amade dikir, em li heman pirsgirêkê rast hatin. Di demekê de ku êriş hîn nû hatibû kirin, me pêwendî bi Kurdekî li Yozgatê re danî. destpêkê hevpeyvîn qebûl kir, lê belê piştre ji ber 'fikaran' diyar kir ku ew ê red bike. Ji bo sedemê jî got ku malbata wî karmend e û bi rengekî bênav jî biaxive, jê bi fikar e.

PÊNASEYEK XWECIHÎ HEYE

Kesekî din ku me nêrîna wî wergirt, nexwest navê xwe bêje. Malbata vî kesê ku em pê re axivîn hîn jî li Konyayê dimînin. Ji bo em ewlehiya jiyana wî nexin metirsiyê em ê jê re bêjin Mehmet.

Mehmet ji bo êrişên li Anatoliya Navîn ên li dijî Kurdan pênase bike, dixwaze ku bi taybetî gotina 'xwecihî' bi kar bîne: "Kurdên Anatoliya Navîn di serî de li Konya û Enqereyê, ji Çorûm heta Eskîşehîrê li cografyayeke berfireh belav bûne. Ji bo nirxandina van Kurdan beriya her tiştî divê mirov cudahiyekê destnîşan bike. Vê yekê jî dikarim bi gotina 'xwecihî' pênase bikim. Eger mirov bala xwe bide ser wê were dîti ku ev êrişên nijadperestiyê yên ji ber polîtîkaya bêczahiştinê û gotinên desthilatdariyê zêde bûne, n li dijî Kurdên xwecihî yên li Anatoliya Navî e, lê belê li dijî Kurdên di dema nêz de ji herêmê hatine, têne kirin."

JI BER KU BIYANÎ NABÎNIN

Li gorî Mehmet gelek sedemen vê yekê hene. Lê belê rewşa li wir a Kurdên li Anatoliya Navîn divê bi rengekî cuda bê fêhmkirin. Dema ku qala vê rewşê dike, vedibêje bê çima pênaseya 'xwecihî' bi kar tîne: "Hebûna dîrokî ya Kurdên li Anatoliya Navîn bi cihbûne ji ber ku xwe dispêre 300 salî, ji aliyê rewşa aborî û têkiliyên civakî ve li gorî Kurdên piştî salên 1990'î hatine cuda ye, rewşa xwe xurtir e. Ji ber ku ku derneketine derveyî sînorên li ber wan hatine danîn, yanî ji bo dewletê nebûne metirsîdar, tenî ku di nava 50 salên dawî de bûn hedefa polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê, weke 'biyanî' nayên dîtin, lewma nabin hedefa êrişan. Lê belê Kurdên ji herêmê hatine xwedî hêzeke wiha nînin, ji ber ku piştre hatine wê derê nayên qebûlkirin. Hemû dînamîkên ku îro li dijî penaberên Sûriyeyî û Efgan bi êrişên nijaperestî têne kirin, li dijî van Kurdan jî tên kirin. Mebesta min ji xwecihbûnê ev e. Yanî bi çavê penaberiyê li Kurdên ji herêmê tên dinerin. Bi giranî jî weke hêza erzan a kar tên dîtin û sînor li ber wan tê danîn; nikarin sûc bikin, nikarin bibin xwedî mal û milk, nikarin bi Kurdî biaxivin û hwd. Her wiha ji ber ku pêwendiya xwe bi herêma jê hatine dewam dike, ji ber ku têkiliyên xwe yên malbatî dewam dike, li gorî yên xwecihî hîn bêhtir 'terorîst' têne dîtin. Weke pariyekî biçûk têne dîtin, ji ber vê yekê jî bi hêsanî dibin hedefa êrişan."

GUHERÎN PÊK HAT

Mehmet vê pênaseyê bi kar bîne jî destnîşan dike ku guhertina li nava Kurdên 'xwecihî' gelekî girîng e. Pêwendiya vê mijarê jî bi wê yekê heye ku Kurd siyasî bûne, bûne xwedî hişmendiya neteweyî. Vê yekê bi Cîhanbeyliyê re şênber dike, ku ew bi xwe jî lê ji dayik bûye û lê mezin bûye: "Ji bo xwecihiyan jî detayeke wiha ya girîng heye; Xwecihiyên ku heta destpêka salên 1990'î dûrî hişmendiya neteweyî jiyan û bûn hedefa polîtîkaya asîmîlasyonê ya giran, bi taybetî di salên 1990'î de bi mezinbûna têkoşîna siyasî ya Kurdan re bi bandora Kurdên koçî Ewropayê kirin û ciwanên Kurd ên xwende, bûn xwedî hişmendiya neteweyî. Weke yek ji van Kurdan, dawiya salên 1990'î dema ku ji bo betlaneyê ji zanîngehê diçûm gund, min kêm caran gotinên 'terorîst' an jî 'Kurdperest' dibihîst kud ewletê ji bo me bi kar dianî. Halbûkî piştî demeke kurt yanî piştî 10 salan di salên 2010'an de bi xurtbûna Kurdan a li nava siyasetê re, li laiyê din bi bandora amûrên ragihandinê re her ku hişmendiya neteweyî bilind bû û li nava xwecihiyan hişmendiya neteweyî xurt bû, yên xwecihî jî bûn hedefa heman nêzîkatiyên li Kurdên piştre dihatin. Mînak, li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê ji sedî 35 ê dengan stand. Ev rêjeya deng bû sedema wê yekê ku gotinên nijadperestî li dijî Kurdan bê kirin. Tevî vê yekê jî di hilbijartinên 2018'an de li heman herêmê HDP'ê ji sedî 30 ê dengan stand. Lewma mirov dikare bêje ku Kurdên Anatoliya Navîn ketine nava pêvajoyeke hişmendiya neteweyî ku veger jê nîne. Di nava nifûsa ciwanan de ev rêje bilindtir e. Nifûsa extiyaran ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê hîn bi fikar in."