'Kurd bi bombebaranan naqedin'

Zimnako Mihemed Emîn anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişa li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze gelê Kurd tune bike û got, "Dewleta Tirk dixwaze Kurdan biqedîne, lê belê bila zanibe ku bi bombardûmanê ev gel tune nabe."

Zimnako Mihemed Emîn ku ji gundê Qizilce yê navçeya Pêncewîn a Başûrê Kurdistanê ye têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi taybetî bombardûmana 24'ê Tebaxa 2021'ê ji ANF'ê re axivî.

Zimnako Mihemed Emîn anî ziman ku herêma ew lê ne herêmeke leşkerî nîne, herêmeke sivîl e û got, "Em li ser xaka pîr û kalên xwe ne. Bi salane ku em bi bax û bexçevanî û bi xwedîkirina lawiran re mijûl dibin. Em li vê derê ne ku bikaribin bi aramî jiyana xwe bidomînin. Lê belê dewleta Tirk bi balafirên xwe nahêle ku em li ser xaka xwe bi aramî bimînin. Ev der cihekî sivîl e, çi karê dewleta Tirk heye ku were û me bombebaran dike, keda me ya bi salan di nava wan bax û bexçeyan de vala derxe û ji holê rake."

'NAHÊLIN KU EM LI WELATÊ XWE BI REHETÎ NEFESEKÊ BIKIŞÎNIN'

Zimnako di dewama axaftina xwe de da zanîn ku wan weke xelkê gundê Qizilce û gundên derdorê yên hatin bombebarankirin, hem di aliyê madî de û hem jî di aliyê ruhî de zirarekî mezin dîtine û wiha pêde çû: "Baxên ku me wek malbat bi salan tê de ked dayî û mezin dikin ku jê berhem bigrin û bi wê re debara jiyana xwe bikin, nirxê wê sed milyon dînar dike, tune kirin. Gava ku mirov niha diçe nav wî baxî, mirov nizane ku ew der bax bûye, ji ber ku her tişt şewitiye û ji holê rabûye. Raste me zirarek canî nedît, lê di aliyê ruhî de me û zarokê me zirarek mezin dît. Zarokên me niha ji her dengekî biçûk jî ditirsin ku carek din bombebaran be. Serê sibehê ku em tev di xew de bûn bi awayekî ne exlaqî hatin û me bombebaran kirin. Ev yek nemirovane ye û nayê qebûl kirin. Nahêlin ku em li welatê xwe rehet nefesekê bikêşin."

'GELÊ KURD QIR NABE, TIMÎ BER BI PÊŞ VE ÇÛ'

Emîn bang li hikumeta herêma Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha dewam kir: "Ez bang li hikumeta herêma Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan dikim ku werin û bi çavên xwe temaşe bikin, bê ka ev der cihekî leşkerî û enî ye yan jî cihekî sivîl e. Pêwîste xwedî li erkê xwe derkevin. Bi rastî êdî bes e ji xwînrijandin û tirsandinê re. Eger dewleta Tirk û hevkarên wê bixwazin bi topan gelê Kurd biqedînin, bila bizanin ku gelê Kurd bi bombebaranê bi dawî nabe û naqede. Bi dehan rejîman li Kurdistanê xwestin qira Kurdan bînin, lê nekarîn û her ku çû gelê Kurd bi hêztir bû û timî ber bi pêş ve çû."

'EGER WIHA DEWAM BIKE WÊ EV DER BIBE KERBELA'

Zimnako Mihemad Emîn di dawiya de careke din banga nîşandayîna helwestê li gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê û hikumeta herêmê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Pêwîste tevahî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê û hikumeta herêmê li himber van êrişên qirkeriyê xwedî helwest bin. Di heman demê de pêwîste hikumeta herêmê derbarê van êrian hesab ji dewleta Tirk bixwaze û bikeve nav lêgerînê. Hinceta wan çi dibe bila bibe, pêwîste ev êriş neyên qebûlkirin û li beramberê wan helwest were raberkirin. Piştî bombebaranê heya roja îro ne hikumeta heremê, ne tu kes û ragihandinek nehatiye û li rewşa me nepirsîne, bê ka me çi zirarek dîtiye. Ev yek ne raste, eger bi vî rengî biçe ez ji hikumeta herêmê re dibêjim ku wê mîna salên 80’î wê ev der bibe cihê komkujiyan û wê bibe kerbelayeke ku êdî jiyan tê de nabe û wê xelk vê herêmê biterikîne."