Kurd-Akad: Em piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş

Rêveberiya Kurd-Akadê biryar da ku piştgiriya HDP û Selahattîn Demîrtaş bike. Rêveberiyê bang li hilbijêran jî kir.

Rêveberiya Kurd-Akadê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Erdogan û AKP hewl dide ji fûryaya şer sûdê werbigirin. Vê koalîsyona şer bi bikaranîna dagirkeriya Efrînê ya ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, dixwaze dîktatoriya Erdogan meşrû bike. Di heman demê de Tifaqa Millet jî ji partiyên rastgir û tekparêz pêk tê.

Li hemberî van tifaqan, tekane tifaqa demokratîk û pêşverû HDP ye ya ku bi hezaran endam û xebatkarên wê, 84 hevşaredar û 7 parlementerên wê û hevserokên wên yên giştî di girtîgehê de ne.”

Rêveberiya Kurd-Akadê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo piştgiriya HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bang kir.