Krîzê li Colemêrgê bandoreke giran li sewalkariyê kiriye

Sewalkarî ku li Colemêrgê çavkaniya bingehîn a debarê ye, ji ber krîza aboriyê li ber tunebûnê ye. Ji ber lêçûna zêde gelek cotkar neçar man heywanên xwe bifiroşin.

Sewalkarî ku çavkaniya debarê ya xelkê Colemêrgê ye, ji ber krîza aborî li ber tunebûnê ye. Her wiha ji ber zêdebûna buhayê êm û ka, cotkar neçar in sewalên xwe bifiroşin.

Ya ku herî zêde tehdeyê li cotkaran dike buhayê ka û êm e. Kîsekî êm ê 50 kîloyî bi 360 lîreyî, buhayê tonek ka jî 2 hezar û 500 lîreyî ye.

Li Colemêrgê ku bazirganî, pîşesazî û tûrîzm nîne, ji sedî 90 ê şêniyên bajêr sewalkarî û çandiniyê dikin. Mirovên ku debara malbata xwe bi sewalkariyê dikin ji ber qedexeyan û buhabûna lêçûnan nema dikarin vî karî bikink.

Rahmî Îhtiyatoglû ku bi salane li Colemêrgê sewalkariyê dike, ji ber buhayê lêçûnê neçar ma ku sewalên xwe bifiroşe.

Îhtiyatoglû ragihand ku bi taybetî buhayê êm û ka bandoreke giran li wan dike û got, "Her sal bi derfetên gelekî zehmet me sewalkarî dikir. Zivistanê li Colemêrgê xwedîkirina sewalan gelekî giran e. Mirov neçar dimînin ku nêzî 7 heta 8 mehan sewalan xwedî bikin. Lêçûna êm û ka ji buhayê heywanan derbas kiriye. Lewma li şûna fêdê, me zerar kir. Bi salan bi zerarê me sewalkarî kir, me nekarî debara xwe ji vî karî bikin. Îsal êm û ka gelekî buha bû. Hêza me nema ku îdare bike. Meha Gulanê neçar mam tevahiya sewalên xwe bifiroşim. Niha jî bêkar im. Bi salan min sewalkarî dikir. Yekane karê ku pê zanim sewalkarî ye. Pîşeyekî min jî nîne, piştî 50 salî kesekî ku kar bide min jî nîne."

Ji sewalkaran Şevket Îşler jî ragihand ku ji ber krîza aboriyê û zêdebûna lêçûnan ji 3 sewalên xwe 2 jê firotiye.

Îşler got, "Ji ber buhayê zêde carna sewalên me birçî man. Ji ber ku têr nedibûn şîrê wan jî kêm bû. Ez jî neçar mam ji sê sewalên xwe du jê bifiroşim. Nizanim bê yeka ku di destê min de maye çawa xwedî bikim. Dibe ku neçar bimînim wê jî bifiroşim."