Krîza aboriyê giran dibe

Bandora neyînî ya krîza aboriyê ya li ser şênî û dikandarên Wanê dewam dike. Dikandar nikarin kar bikin, xelkê bajêr jî ji ber bêkarî û xizaniyê nikare nan bibe mala xwe.

Krîza aboriyê ya ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê hate afirandin di serî de bajarên Kurdistanê, Tirkiye bi temamî xizan kir. Ji ber krîza aboriyê dikandar nikare kar bike, gel jî nikare nan bibe mala xwe. Bêqîmetbûna Lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Euro, zêdebûna buhayê sotemenî û hemû alavan, kir ku mirov xizan bibin. Hema hema her roj gelek dikandar neçar dimînin dikanên xwe bigirin, dikandarên dixebitin jî zerarê dikin.

'JI BER KRÎZÊ EM NIKARIN KAR BIKIN'

Dikandar Bariş Yegîn got, "Ji ber krîzê em nikarin tiştekî bifiroşin. Li gorî par, karê firotinê hîn bêhtir nebaş bû. Em nikarin bifiroşin ji ber ku aborî gelekî nebaş e. Lewma em nikarin tiştekî bifiroşin. Em bala xwe bidin ser zêr, grama xwe niha bi 700 TL'yî ye. Îro yan jî sibe daweta hinekan çêbibe, wê çi bibe? Kes êdî nikare bizewice. Çima nikare bizewice? Ji bo dawetekê herî kêm pêwîstî bi 7 bazinan heye. 7 bazin îro bi 400 hezar TL'yî ye. Bi 400 hezar lîreyî jî mesref heye. Dema ku mirov van hesab bikin hingî pêwîstî bi mîlyonek TL'yî heye. Kî wê ewqas pereyî peyda bike ku dawetê çêbike?"

'QÎMETÊ TL NEMA'

Dikandar Emîn Sorgul jî gilî û gazinan dike û dibêje, "Di nava vê krîz û bihabûnê de em ê çawa firotinê bikin? Qîmetê Lîreyê Tirk nema. Ez pêlavekê bi 100 TL'yî didim, lê kes nakire. Nikarim qezenç bikim, her wiha bi zerarê difiroşim, lê kes nakire. Nikarin mesrefê bidin, di ser re her roj zerarê dikin. Li ber destê min niha gelek mal hene, lê nikarim bifiroşim. Min heman mal par difirot, pereyekî baş jî jê qezenç dikir. Lê îsal qezenca me qet nîne. Ev pirsgirêk sala dawî girantir bû. Pirsgirêkên giran hene, ev jî ji ber krîza aboriyê ye."

'BILA XWEDÊ TEXTÊ TE HILWEŞÎNE'

Ji şêniyên Wanê Şukru Pala qala krîza aboriyê kir: "Mûçeyê kêmtirîn kirin 11 hezar û 400 TL lê belê her tişt gelekî biha bû. Ev pere wê têra çi bike? Her kes li vir bêkar e. Ne tenê li vir li her devera Tirkiyeyê rewş bi vî rengî ye. Na kar heye ne jî maf. Rewşa Tayyîp Erdogan gelekî baş e, dixwe, vedixwe. Maeşê xwe heye, dolarê xwe heye, pereyê xwe heye. Lê belê yê me çi heye? Tiştekî me nîne. Ev ne maf û edalet e. Em nikarin nan bibin mala xwe. Em di rewşeke gelekî zehmet de ne. Em qebûl bikin jî Xwedê qebûl nake. Bila Xwedê textê te hilweşîne. Ev çi maf e, ku te em xistin vê rewşê? Em diçin restorantekê, ji 150 heta 200 TL'yî didin. Berê dema ku me li restorantekê xwarinek dixwar 20 TL didan. Mûçeyê kêmtirîn wê demê derdora 2 hezar heta 2 hezar 500 TL bû lê belê mirovan dikarîbû debara xwe bikira. Xwezî mûçeyê kêmtirîn bi heman rengî bima, lê belê rewş ewqasî nebaş nebûya. Niha mûçeyê kêmtirîn bûye 11 hezar 400 TL, lê em nikarin tiştekî bikirin. Ne mûçeyê kêmtirîn zêde bike, ne jî zemê li alav û amûran bixe. Kîsikekî miqarna bûye 170 TL. Em qebûl bikin jî wê Xwedê qebûl neke."