Kontrgerîla girtiyan direvînin û êşkenceyê li wan dikin!

Girtiyên li girtîgeha Tîpa F a Wanê bi cihekî nediyar ve dibin û piştî ku êşkence li wan tê kirin wan li koxûşan vedigerînin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe bang kirin.

Piştî eşkerebûna bûyerên kiryarên xerab û êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, niha jî agahiyên li ser êşkenceya li girtiyan a li derveyî girtîgehê kete rojevê.

Rêveberiya girtîgehê û gardiyanên ku piştî grevên birçîbûnê hewl didin tolê ji girtiyan hilînin, di bin navê lêpirsînê de girtiyan direvînin û êşkenceyê lê dikin.

Herî dawî girtî Adem Ozbey ji aliyê kesên nenas ve yên ketin koxûşa girtiyan hate revandin û lêpirsîn. Ozbey ku êşkenceyeke giran lê hate kirin, piştî çend saetan vegerandin koxûşê.

Li gorî agahiyên ku ji girtîgehê hatin, ji bilî Ozbey gelek girtî ji aliyê heman tîmê ve hatine revandin û êşkence li wan hatiye kirin.

'GEF LI JIYANA ME TÊ XWARIN'

Girtiyan dawiya hefteyê bi rêya telefonê ji malbatên xwe re gotin, piştî grevên birçîbûnê zext û zordarî zêde bûne, hevalên wan nîvê şevê bi serdegirtinê ji koxûşan têne revandin.

Girtiyan diyar kirin ku girtiyê bi navê Adem Ozbey ji koxûşê hatiye revandin û got, "Adem Ozbey ji nava girtiyan hate revandin. Êşkence li çend girtiyan tê kirin. Lêgerîn zêde bû û êşkence giran bû. Gef li jiyana me tê xwarin. Em dixwazin ku ev yek di çapemeniyê de bê weşandin. Divê raya gitşî vê bibihîze. Me nabin nexweşxaneyê. Di bin navê lêpirsînê de me dibin cihekî nediyar. Zextê û êşkenceyê dikin. Hevalên me yên têne revandin dema ku vedigerin şopên êşkenceyê li ser bedena wan hene. Êşkence tê kirin. Me serî li dozgeriyê dan û giliyê gardiyanan û rêveberên girtîgehê yên wezîfedar kir."

'NE EW NE JÎ EM, EM BÊDENG NABIN'

Xizmên girtiyan li ser mijarê ev agahî dan, "Girtî hemû bi rengekî bêsûc têne hiştin û darizandin. Ev êriş li dijî gelê Kurd tê kirin. Êşkenceya ku li wir tê kirin li me hemûyan tê kirin. Ne ew ne jî em, ti carî em bêdeng namînin. Em ê bêdeng nebin. Gelê Kurd ê bi rûmet wê li hemberî vê êşkenceyê bêdeng nemîne. Ji aliyê hiqûqî ve jî em ê dest ji vê bûyerê bernedin. Piştî ku roja Pêncşemê me bi wan re hevdîtin kir, em ê jî gilî bikin."