Kongreya Yekîtiya Neteweyî li Bakurê Kurdistanê bû hêvî

Xebatên KNK'ê yên ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser kongreya neteweyî ya Kurd, li Bakurê Kurdistanê bi baldarî tê şopandin.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê DBP’ê Zekî Baran ku di nav van xebatan de ye, got kongre bûye  hêviyeke mezin e.

Civîna hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurd ku bi salan e tê xwestin ku were pêkanîn 15-16’ê Tîrmehê wê li Silêmanî pêk were. Rewşenbîr, akademîsyen, nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl, rûspî, 300 kes ji çar parçeyên Kurdistanê wê tevlî Platforma Yekîtiya Neteweyî bibin. 2013’an li Hewlêrê bi tevlêbûna hemû aliyan xebata ku derketî holê heta îro dihate taloqkirin, bi hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ev helkeft dîsa dest pê kir.

Bi vexwendina KNK’ê Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Zekî Baran ku wê tevlî civînê bibe, got, pir pêdivî bi pêkhatina kongreyê heye.

Baran got beriya referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê xebatên Kongreya Yekîtiya Neteweyî girîng e û got, wê bandoreke erênî li referandûma serxwebûnê jî bike û ji bo rewakirina wê girîng e. Baran diyar kir, weke nan û avê hewcehiya Kurdan bi kongreyê heye û got: "Di vê pêvajoyê de ji bo Kongra Neteweyî kî fedekariyê bike wê derbasî dîrokê bibe. Ji bo siberoja Kurdan û ji bo ku Kurd bibin xwedî statû, Kongreya Neteweyî pir girîng e. 15-16’ê Tîrmehê pêşxebeta Kongreya Neteweyî wê li Silêmanî were kirin. Ji Bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna hemû partî, komele, saziyên rêxistina sivîl û rûspiyan wê xebateke weke ya etûtê ya fikra hevpar dest pê bike. Encama ku wê ji vir were girtin wê bibe sedem ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bicive."

‘TI LUKSA ME NÎN E KU EM SED SALEKE DÎ JÎ BÊSTATÛBÛNÊ BAXIVIN’

Baran pê de çû û got bê çima ka Kongreya Neteweyî ya Kurd  girîng e: "Kongreya Neteweyî ya Kurd di sedsala 21. de, şertên jeopolîtîk, siyasî, hemû şert ji bo statûya Kurdan guncan in. Lê ji bo Kurdistanê ku weke 4  parçe tê pênasekirin, ji bo ku em bikaribin bibêjin yek parçe hemû şert kemilî ne. Lê mixabin Kurd ne hazir in. Dîsa di pêvajoyeke wiha de ne ku 100 salekê Lozan were axaftin."

Divê Kurd kumê xwe deynin ber xwe. Divê em werin cem hev û cihêrengiya xwe biaxivin. Divê em li xaleke hevpar bicivin. Tekane rêya vê ew e ku kongreya neteweyî bicive û çi kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurd im, Kurdistanî me divê kar û barê ku  tê ser bike."

'JI BO KU KONGREYA NETEWEYÎ PÊK WERE DIVÊ EM XIZMETÊ BIKIN'

Baran got , "Niha li ser sînorê Efrînê dewleta Tirk sewqiyata leşkerî dike. Li şûna ku em bibêjin çi mesajê didine Kurdan, yên ku dibêjin em statûya Kurdan dixwazin dive vê rewşê bidin ber pirsan. Tenê Kurd dikarin parastina Kurdan bikin. Dibe ku niha hêzên mezin ên dinyayê bi Kurdan re tifaq danîbin lê heta ku Kurd yekîtiya xwe ava nekin, ti maneya vê wê nebe.’’ Baran got teqez divê Kurd xwedî helwest bin û wiha berdewam kir: ‘’Divê em çar parçeyên Kurdistanê temam bikin. Dema ku em bi navê Kurdistanê pênase bikin, divê em xîtabî 4 parçeyan bikin. Ji bo vê jî divê em bi hemû berjewendiya xwe ya takekesî û partiyê xizmetê ji yekîtiya neteweyî ya Kurd re bikin. Divê em xizmetê ji pêkhatina Kongreya Neteweyî re bikin ku wê bibe ling ku Kurd bi rengeê neteweyê bijîn."

GELÊ KURD LI KURDISTANÊ SIYASET DEWR GIRT

Baran ragihand, ku ew ji destpêkirina xebatên kongreyê hêvîdar e û got: "Em dibînin ku Kurd li 4 parçeyan siyaset dewr girtine. Rêveberên partiyên siyasî û rûspî her çi bifikirin jî gelê Kurd ji bo ku bibin xwedî statû, yekîtiya xwe pêk bînin û bibin netew wê xwe li ser pêşengên xwe ferz bike. Di sedsala 21. de destkeftina herî mezin a Kurdan ew e ku civak bi insiyatîva siyasî tevdigere. Bere siyasetê diyar dike. Ti hêzek nikare li pêş daxwazên gel raweste. Ti gumana me jê nîn e ku wê daxwaza gel pêk were."
Baran diyar kir, dema ku geşedaneke di sûda Kurdan de çêdibe, ji eniya Tirk helwesteke tund diyar dibe û got: "Ne tenê referandûm, çi dema ku li deverekê destkeftineke Kurdan çêdibe, Tirkiye li wê derê krîzê derdixîne. Mînak, em li Rojava binerin. Li wir referandûm nîn e. Lê ji bo ku destkeftî hene, hêzeke mezin a leşkerî li ser sînor bi cih dike. Tirkiye ji ber ku ji Kurdan ditirse, her cure êrîşê û bê perwartiyê nîşan dida."

Baran got heke di berjewendiya Kurdan û Kurdistanê de be, ji kîjan ramanê dibe bila bibe ew destekê didine wan û got, heke biryareke ku di asta neteweyî de xîtabî Kurdan dike tê standin wê demê divê ji nîqaşa neteweyî re vekirî be û biryarên neteweyî werin standin.