Kongreya Tevgera Azadî bi dawî bû

Kongreya Tevgera Azadî ya 3’emîn ku bi tevlîbûneke zêde hatibû destpêkirin, bi xurtkirina têkoşîn û xebateke serketî dawî bû.

Kongereya 3’emîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatanê (Tevgera Azadî) bi sozên xurtkirina xebat û têkoşînê ya di her warî de dawî bû.

Piştî navbera nîvro ji bo hilbijartina destay Rêveber a Tevgera Azadî deng hate dayîn. Di encama dengdanê de 16 kes ji bo Desteya Rêveber a Tevgera Azadî hate hilbijartin.

Piştere biryar û projeyên pêşerojê Tevgera Azadî hewl dide pêk bîne ji aliyê Ronak Mecîd ve hate xwendin.

Pêşniyarên di kongreyê de derketin pêş wiha ne:

"Avakirina akademiyên perwerdeyî û zêdekirina perwerdeyê.

Xurtkirina komînên gund û taxan.

Konfreransek li ser rewşa aborî û bandora sîstema sermayedar û desthilatê, pêşxistina aboriya komîn li ser esasê konfederalîzma demokratîk.

Wê hemû hewldanên me ji bo lidarxistina kongreya netewî be.

Pêşxistina têkiliyên di navbera hemû ol, bawerî û pêkhateyên li herêmê. Ji bo vê desteyek taybet ji bo ol û baweriyan pêk tînin û li ser vê yekê karê xwe dike.

Lidarxistina festîval an jî konferansekê li ser çanda Kurd û çanda gelan.

Zêdetir girîngî dayîna xwezayê. Di vê çarçoveyê de wê xebat bê kirin.

Hemû xebatê wê li ser esaê ku Tevgera Azadî bigihîne hemû civakê.

Xebatek taybet di warê tenduristiyê de bê kirin. Dîsa hindke proje ji bo gel tê amadekirin ku di warê tenduristî de hinek pêwîstî bên amadekirin.

Hewl bê dayîn ku konferans an jî civînek fireh ji bo jinan têkildarî rewşa jinan a li herêma û kuştinên jinan bê lidarxistin.

Hewl bê dayîn ku konferansek li ser qurbaniyên şer û şehîdan.

Bi sîstematîk li gel rewşenbîran bê civîn, sûd ji ramanên wan bên girtin."

Piştî biryar û projeyan jî hevserok, endamên destayê û hevserokên herêman sonda xebatê xwendin.

Herî dawî hevseroka peyama dawî ya konferansê da û dawî bi kongreyê hat.

Delegeyên konferansê herî dawî pîrozbahî li hevserokan û desteya rêveber a hate hilbijartin kir.