'Kongreya Neteweyî dikare bibe bersiv ji gefan re'

Rojnamevanên li Kerkûkê bal kişandin ser gefên Erdogan ên li dijî gelê Kurd û gotin, "Eşkere ye Kongreya Neteweyî wê bibe bersiv ji gef û êrîşan re."

Rojnemavanên li Kerkûkê daxwaz ji hikumet û partiyên her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bikin û êdî bi navê bazirganiyê û dostaniyê rê nedin serweriya Kurdistanê were binpê kirin.

Rojnamevan Soran Mihemed ji ANF'ê re axivî û got; "Pêwîste hikumeta herêm û partiyên din peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê rawestînin. Ji ber ku dewleta Tirk yek ji dijminên herî mezin ê gelê Kurd e û li Rojhilata Navîn bi sedan jin, pîr û ciwanên Kurd kuştiye. Divê hikumet û partiyên Kurd peywendiyên xwe yên li gel dewleta Tirk li ber çavan re derbas bikin û êdî bi navê bazirganiyê û dostaniyê rê nedin serweriya Kurdistanê were binpê kirin. Li dijî van binpêkirinan lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyek e."

Rojnamevan Rewam Talib jî wiha got; "Erdogan di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got 'ew naxwazin di aliyê siyasî û xwerêvebirinê de serxwebûneke Kurdên Rojava hebe'. Ev jî dide nîşandan ku Erdogan dijminê hemû Kurdan e. Li Başûrê Kurdistanê ev gotinên Erdogan ji bo me ecêb nehate, serxwebûna Kurdan ti metirsiyê li Tirkiyeyê nake ji ber ku di dîrokê de jî her tim dewleta Tirk mafê gelê Kurd binpê kiriye. Ev gotinên Erdogan metirsiya wî ya li ser hilbijartinên li pêşiya me ne. Divê li dijî van gotinan yekrêziya gelê Kurd hebe. Divê Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Kurdên parçeyên din bi hevre kar bikin, civaka navneteweyî agahdar bikin û siyaseta faşîst a dewleta Tirk ya li ser Rojava têk bibin. Divê gelê Kurd alikariya bi Rojava re zêdetir bike."

Rojnamevan Mihêdin Omer jî got; "Divê hikumeta herêma Kurdistanê êdî destûrê nede ku dewleta Tirk kengî bixwaze li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk bîne. Divê destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk leşkerên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Li dijî vê divê bi yek helwestê kongreya neteweyî were lidarxistin. Gotinên Erdogan zêdetir bi rolê partî tê dîtin, divê partî û Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê rawestînin."