Kongreya MED TÛHAD-FED’ê: Heke tecrîd bi dawî bibe wê civak bi ser xwe ve were

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn di kongreya MED TÛHAD-FED’ê de diyar kir ku heke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê civak bi ser xwe ve were.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Tesîsên Demîrok a navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Pankarta bi Kurdî û Tirkî “Bila TMK rabe, ji girtiyên nexweş re azadî” ya li ser nivîsandî bi salonê hat daleqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. 

Kongre piştî deqîqeyek rêzgirtinê, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dest pê kir. Dayika Yakûp Eryilmaz ê girtî Kudret Eryilmez, di kongrê de axivî û got: “Zarokên me ji bo azadiyê têkoşîna xwe dewam dikin. Em dixwazin ku civak li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne û xwedî çalakiya grevên birçûbûnê derkevin. Ji bo ku zarokên me êdî nemirin, bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Em naxwazin ji girtîgehan êdî cenaze derkevin.”

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn dûre axivî û bal kişand ser êrişên nijadperest ên li dijî Kurdan. Tosûn, diyar kir ku di berê de, dihat gotin ku ‘kesên 7 Ermeniyan bikujin wê biçin cennetê.’ Tosûn got “Niha jî heman polîtîkayan li dijî Kurdan bi rê ve dibin. Her roj derdikevin nêçîran Kurdan. Li ser rêyan nasnameyan kontrol dikin û li Kurdan digerin. Dema Kurdan dibînin, lînç dikin. Piştî cenazeyê Agît Îpek, vê carê cenazeyê Mahsûm Aslan jî bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Em van kiryaran qebûl nakin. Bi têkoşînê emê pêşiya van hemû zext û êrişan bigirin.”

Tosûn, banga xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, di girtîgehan de dewam dikin û wiha bilêv kir: “Zext û tecrîdek mezin li ser girtîgehan heye. Divê em xwedî vê çalakiya wan derkevin. Ger tecrîd bi dawî bibe, rêzdar Ocalan azad bibe, wê civak bi ser xwe ve were. Fikir û ramanên Ocalan pêşiya her rêyê vedike.”

Piştî axaftinan raporên xebatê hatin xwendin û dûre ji bo Hevserokatiya MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û Ahmet Dogan hatin hilbijartin.