Kongreya DBP’ê ya Şirnexê: Kurdan çong nedanî!-NÛ BÛ

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arsal bal kişande ser axaftina Erdogan a ku li Şirnexê kirî û wiha got; “Gelê Şirnexê, careke dî nîşan da ku nûnerên bajêr kî ne.”

Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan,Rêxistina Navçeya Navendî ya Şirnexê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li dar xist.

Kongre li Salona Konferansê ya Mehmet Tunç û Asya Yuksel a li avahiya HDP’ê ya bajêr pêk hat. Malbatên Roboskî, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran mirov beşdarî kongreyê bûn.

GELEK KES BEŞDARÎ KONGREYÊ BÛN

Ji ber tevlîbûneke zêde ya kongreyê, gelek kes neçar man ku ji derveyî salona konferansê kongreyê bişopînin. Kongre piştî avakirina dîwanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongreyê de Parlamentera Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Îrmez diyar kir ku di sala 2017’an de ti mafekî Kurdan nehatiye naskirin. Îrmez bi bîr xist ku polîtîkayên îmha û tinekirinê yên li dijî Kurdan didomin û nerazîbûn nîşanî derxistina cenazeyên li Goristana Garzanê ya li Bedlîsê da.

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan axivî û axaftinên Serokkomarê Tirk Erdogan ku beriya çend rojan li kongreya partiya xwe ya Şirnexê de nirxand. Arslan wiha got; “Erdogan ji bo partiya me got ‘faşîst’ û qala windakirina di sindoqan de kir. Gelê Şirnexê gotin ji ti siyasetmedarê Kurd re nehişt, tevî hilweşîn û qetlîaman soz da ku wê faşîzma AKP’ê di nava kaosa ku avakirî de bifetisîne. Carek dî nîşan dan ku nûnerên qedîm yê bajêr kî ne.”

Arslan got ku gelê Kurd daxwaza nasname û statuya xwe dike û ev jî ne hêsan e, bi berdêlên giran û mezin çêdibe û wiha domand; “Ji ber ku em di doza xwe de mafdar in, têkoşîna me didome. Hikûmetên ku ji bo tinekirina Kurdan bûbûn desthilatdar derbasî nava qirêjiya dîrokî bûne û bi awaywekî lanetî têne bibîranîn. Ev jî nîşan dide ku em bihêz in.”

GEL DEV JI SEROKÊ XWE BERNEDA

Arslan diyar kir ku tevî hemû êrîşan gelê Kurd xwedî li destkeftiyên xwe derketiye û wiha got; “Pêwîst e em qala têkoşîn û qehremantiya gel bikin ne ku qala polîtîkayên komkuj ên dewletê bikin. Xwestin bajarê Şirnexê xira bikin, îradeya wê teslîm bigrin, xwestin ku dev ji rêbertiya xwe berdin li dijî vê gelek kes spartin axê. Vî gelî careke dî nîşan da ku dev j rêbertiya xwe bernedaneye.”

‘LI DIJÎ KURDAN TIFAQÊN QIRÊJ TÊNE AVAKIRIN’

Arsal got ku gelek dewletan tifaqên qirêj kirin û xwestin têkoşîna azadiya Kurdan bifetisînin. Arslan wiha domand; “Ji bo ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê nebin xwedî statû tifaqên qirêj hatin kirin û xwestin têkoşîna azadiya Kurdan bifetisînin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re AKP’ê hemû tifaqên qirêj xiste dewrê û xwest li pêşiyê bibe asteng. Erdogan li hemû cîhanê geriya û daxwaz kir ku gelê Kurd nebe xwedî statû.

 TECRÎDA LI SER OCALAN

Arslan herî dawî  qala  herdu Biryarnameyên Bi Hikmê Qanûnan (BHQ) kir,  ku di Rewşa Awarte de hatin derxistin kir û wiha got; “Pirsgirêk bi rêyên demokratîk, mûxatap girtinna rêberê gelê Kurd û bi vekirina bingehên siyaseta demokratîk re çareser dibe. Divê destpêkê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.”

Piştî axaftinan di kongreya yeklîste de Azîz Ozen û Saîme Mavîgoz ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Navçeya Navendî hatin hilbijartin.