Kongreya 3’emîn a Tevgera Azadî destpê kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi tevlîbûneke girseyî ya ji nûnerên partiyên siyasî û kesayetên naskirî kongreya xwe ya 3’emîn lidar dixe.

Kongreya 3’emîn a Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li salona Hotela Rimada ya Silêmaniyeyê destpê kir.

Kongre bi dirûşma "Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin" tê lidarxistin.

Kongreya ku saet di 10:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, bi beşdariya 700 delegeyî pêk tê.

Di nava delegeyan de Nûnerên HDP’ê, YNK, Hîzba Şûî, Hîzba Zehmetkêşan, Tevgera Goran, PADÊ û bi dehan nûnerên hêz û aliyên siyasî û dîsa kesayetên naskirî cihê xwe girtin.

Dîsa li salonê nûnerên Şîa, Kakayî, Zerdeştî, Êzidî jî hebûn. Yek ji kesayeta naskirî ya Başûr Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şehnaz Îbrahîm Ehmed û siyasetmedar Mihemed Emîn Pencêwînî jî amade bû li kongreyê.

Di destpêkê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah axivî û xêrhatina hemû delegeyan kir û kongre li wan pîroz kir.

Kongre didome.