Kongreya 19’emîn a KNK’ê bi tevlêbûna sedan delegeyan dest pê kir

Kongreya 19’emîn a KNK’ê bi tevlêbûna sedan delegeyan li Hollandayê dest pê kir. Kongre wê 3 rojan bidome û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre.Tê payîn ku li dijî dagirkeriya li ser Rojava jî helwest were nîşandan.

Bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, ronakbîr, akademîsyen û hunermendan KNK di sala 20’emîn a avakirina xwe de kongreya xwe ya 19’emîn li dar dixe. Kongreya bi şîara ‘Xurtkirina diyalogê, aştiya navxweyî’ tê lidarxistin.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî di nav de nûnerên 50 sazî, dezgeh û rêxistinan tevlî kongreyê bûne.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar di destpêkirina kongreyê de axivî û got ku “KNK kongreya xwe ya 19’emîn li dar dixe. Li ser Rojava û Serêkaniyê êrîşeke mezin heye. Dewleta Tirk 10 roj in wê derê bomberdûman dike. Rojeva yekemîn a kongreya me ev e. Divê em bi peyamên xwe piştgiriya berxwedêrên wir bikin.”

Kongre bi axaftina Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen û Mele Baxtiyar didome yê ku li ser navê YNK’ê li wir e.